Gerîlayan li dijî leşkerên tirk ên li Girê Şehîd Derwêş ê Xakurkê çalakî lidarxistin. Di çalakiyê de herî kêm 10 leşker hatin kuştin
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li ser artêşa tirk ku bi hewldana dagirkirina Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, didome.
Li gorî agahiyên ji cih hatine girtin gerîlayan şevê din li dijî leşkerên ku li Girê Şehîd Derwêş bi cih bûbûn çalakî lidarxistin. Di çalakiyê de herî kêm 10 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa tirk li gundê Xelîfan gulebaran kir. Di êrîşê de bi dehan sewalên gundiyan hatin kuştin. BEHDÎNAN