Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Çelê di navbera gerîla û hêzên artêşa tirk de şer derketiye. Walîtiyê da zanîn ku di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne
Şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKK’ê û hêzên artêşa tirk de bi hemû dijwariya xwe berdewam in. Li gorî agahiyan, li navçeya Çelê ya Colemêrgê di navbera hêzên gerîla û artêşa tirk de pevçûn derket.
Têkildarî mijarê walîtiya Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Walîtiyê da zanîn ku di encama şer de 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku leşkerên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê. COLEMÊRG