Di encama êrîşeke artêşa Îsraîlê ya bi moşekan li ser navendên hêzên rejîma Sûriyeyê li bejahiya Qunetra ya başûrê Sûriyê de, 3 leşkerên rejîmê hatin kuştin, her wiha 7 jî birîndar bûn
Çavkaniyek leşkerî ji parêzvanên hewayî yên Sûriyê ji ajansa Sana ya Sûriyê re diyar kir ku artêşa Îsraîlê saet di 04:10`an de moşek ber bi bejahiya Qunetra ve avêtin. Di encama wê de 3 leşkerên rejîma Sûriyê hatin kuştin, her wiha 7 jî birîndar bûn.
Sanayê ragihand saet di 03:22`yan de hêzên parastinê yên Sûriyeyê bersiva moşekên artêşa Îsraîlê ku ji Colan ber bi navendên leşkerên yên rejîma Sûriyeyê ve li başûrê rojavayê Şamê hatin avêtin, dan. QUNETRA