Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bi dehan sal in rejima Îranê ciwanên kurd qetil dike

Di 2’yê hezîrana 1979’an de li Mahabada rojhilatê Kurdistanê, 59 ciwanên kurd bi hinceta ku alîgirê partiyên kurdan in, ji aliyê rejima Îranê ve hatin gulebarankirin

Piştî şoreşa gelan li sala 1979’an û hatina hêzên rejîma Îranê li ser hikûm di bin serokatiya Xumeynî de, gelê kurd li dijî vê desthilatdariyê bû. Di referandûma ‘Ji bo Komara Îslamî belê yan na’ de kurdan dengê na bikaranîn. Ji ber wê gelê kurd û partiyên kurdan li dijî kîna desthilatdarê derketin û li herêmê şer rûdan.

Hêzên rejima Îranê rastî têkoşîn û berxwedana gelê kurd hat. Ji bed wê xwest bi anîna hêzek zêde ya leşkerî deverên kurd lê bihêz bixe dibin kontrola xwe. Rejimê bi hezaran leşker anîn herêmê ji bo tunekirina berxwedaniya gelê kurd.

Di vê pêvajoyê de rejima Îranê bi sedan ciwanên kurd bi hincetên ku alîkarî yan jî alîgirtiya partiyên kurd kirine girtin û xistin girtîgehan. Ji bo nixûmandina binkeftina xwe dest bi darvekirin û komkujiya ciwanên kurd kir. Di heman salan de bi dehan ciwanên kurd li Balafirxaneya Sine gulebaran kirin. Ji Kirmaşan bigre ta Ûrmiyê bi dehan ciwanên kurd ên têkoşer bi hinceta daxwaza azadiyê kirine ji aliyê rejima Îranê ve hatin bidarvekirin û qetilkirin.

Di wê pêvajoyê de gelek ciwanên kurd ên ji Mahabadê di girtîgehên rejima Îranê de girtîbûn. Rejima Îranê ji bo şikestina xwe binixûmîne, di dawiya meha gulana 1979’an de li Girtîgeha Tebrîz 59 ciwanên mahabadî di nava çend deqeyek de dadgeh kirin û saziyê bidarvekirinê lê birîn û di heman girtîgehê de gulebaran kirin. Lê nûçeya gulebarankirina van ciwanan di roja 2’ê hezîrana sala 1979’an de bi fermana qeymeqamê Mahabadê hate belavkirin.

Yek ji taybetmendiyên rejima Îranê ya wan salan, bi komî darvekirin bû. Vê pêvajoyê bi gulebarankirina 11 welatiyên kurd li Girtîgeha Dêzil Abadî ya Kirmaşanê dest pêkir û ta niha jî berdewam e. Mînaka herî dawî jî bidarvekirina sê girtiyên siyasî yên kurd ên 8’ê Îlona 2018’an e.

Di roja me ya îro de jî komkujiyên rejima Îranê li hemberî kurdan berdewam e.  Rojane jî kolberên kurd li ser sînorên rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejima Îranê ve tên qetilkirin.

Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar