Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Berxwedêr Naîme Çelîk: Êdî ya girîng parastina destkeftiyan e

Ji çalakgerên greva birçîbûnê Naîme Çelîk da zanîn ku ew piştî bedelên giran, bi ser ketine. Çelîk got ku ya girîng ew e ku ji vir û şûnde gel xwedî li van destkeftiyan derkeve û biparêze. Çelîk destnîşan kir ku peyamên Ocalan jî ji bo hemû gelan bûn hêvî

Yek ji çalakgerên ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê jî, Naîme Çelîk bû. Çelîk di 1’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir û di 28’ê adarê jî hate berdan. Çelîk piştre çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Mûradiye ya Rezan a Amedê domand. Herî dawî jî li ser banga Ocalan, Çelîk di 26’ê gulanê de dawî li çalakiya xwe anî. Çelîk piştre jî rakirina nexweşxaneyê û bi dawîbûna tedawiyê re jî vegeriya malê. Çelîk têkildarî mijarê axivî û da zanîn ku divê destkeftiyên heyî bên parastin.

Naîme Çelîk di serî de spasiya dayik û gelê kurd ên li kolanan li ber xwe dida kir û wiha domand: “Afirînerên sereke yên serkeftinê, dayikên Laçik Spî ne. Çalakî ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, pêl bi pêl mezin bû û çalakger bi ser ketin. Ji bo bidawîbûna tecrîdê gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Li dijî vê xemsariyê jî dayik ketin nava liv û tevgerê. Bûn hedefa tundiyê. Xwezî beriya mirinan xwedîderketinek hebûya. Wê demê heşt hevalên me nedimirin û rewşa hevalên di çalakiyê de ewqas giran nedibû. Lê mixabin ev nebû.”

Nexweşî mayînde bûn

Di berdewamê de jî Çelîk bi lêv kir ku ji ber çalakî demdirêj domiyan, pirsgirêkên tenduristiyê yên çalakgeran mayînde bûne û wiha pê de çû: “Lê em bi ser ketin. Ya girîng ji niha û pê de dest pê dike. Divê gelê me xwedî li van destkeftiyên ku di oxira wan de gelek bedel hatine dayîn, derkeve û biparêze.”

Peyama Ocalan

Herî dawî jî Çelîk bal kişand ser peyama Ocalan û wiha derbirî: “Peyama Ocalan ji bo hemû gelan bû hêvî. Birêz Ocalan kesayetekî mezin e û ger pir biçûk jî be zirar bigihije rêhevalên wî, bi vê yekê xemgîn dibe. Di peyama xwe de biryara bidawîkirina çalakiyê, ji çalakgeran re hişt. Ji ber ku dizanî ku ev berxwedan a me hemûyan e. Ji bo her kesî ya baş kîjan be, ew xwest. Me dizanî ku ji bo pêşerojê pêşniyarên wî hene. Bi vê boneyê me dawî li çalakiya xwe anî.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar