Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Hevdîtina bi Ocalan re girîng e lê ne bes e’

HDP’ê li Okmeydani ya Stenbolê ji bo dayikên girtiyan ku bi rojane li qadan li ber xwe didan, fitare da. Di fitarê de hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî axivî û got ku hevdîtinên bi Ocalan re gavekî girîng e lê têrê nake

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, li Okmeydani ya Stenbolê fitare da Dayikên Laçik Spî ku ji bo xwedîderketina li berxwedana zarokên xwe yên di grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de rojane li qadan bûn. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û gelek dayik jî di xwarina fitarê de amade bûn.

Beriya fitarê girseyê dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin. Piştre jî Demîr axaftineke kin kir. Demîr got ku dê têkoşîna xwe ji niha pêde jî bidomînin û kesên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên fedaî pêk anîn jî bi bîr anî.

Dayika Newroz Bozkurt a ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ketibû greva birçîbûnê Sûltan Bozkurt jî axivî. Bozkurt da zanîn daxwazên girtiyan rewa bûn û wan jî li ber xwe da. Bozkurt destnîşan kir ku li gel dayikan tirs û qedexe tuneye û wiha dom kir: “Me li ber Girtîgeha Gebzeyê bi 6 dayikan dest pê kir. Tevî hemû zextan jî me 47 rojan li ber xweda. Me ev hêz ji zarokên xwe digirt. Em bi dayikan re bûn yek û me tecrîd şikand.”

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî di fitarê de axivî û wiha got: “Ev têkoşîn dê bidome. Gavekî girîng hate avêtin lê têrê nake. Pêdiviya me bi mezinkirina têkoşîna demokratîk heye. Şikandina tecrîdê ji bo aştiyê gavekî girînge. Dengê aştî û demokrasiyê, dengê birêz Ocalan dîsa gihişt gelan. Birêz Ocalan ji bo muzakereyên demokratîk û siyaseta demokratîk peyamên girîng dan.”

Piştî axaftinan mela bang da û fitar hate kirin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar