Derbarê hemû jinên girtî yên ji Girtîgeha Tipa E ya Amedê sewqî Girtî ya Jinan a Tîpa T ya Amedê hatin kirin de bi hinceta stran gotine û propagandaya rêxistinê kirine lêpirsîn hat destpêkirin
Greva birçîbûnê ya ku ji aliyê hevseroka KCD’ê Leyla Guven ve hatibû destpêkirin û li tevahî girtîgehan bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê belav bibû, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 26’ê gulanê de hatibû bidawîkirin. Piştî çalakiyên grevê bi dawî bû şûnde derbarê hemû jinên girtî yên ji Girtîgeha Tipa E ya Amedê sewqî Girtî ya Jinan a Tîpa T ya Amedê hatin kirin de bi îdiaya ku dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’,’Dê Kurdistan ava bibe’ berz kirine û stran gotine ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.
Têkildarî lêpirsînê de hat diyarkirin ku divê girtî di nava 3 rojan de parastina xwe bikin. Ger wiha neyê kirin dê bê wê wateyê ku girtiyan dev ji mafên xwe yên parastinê berdane. AMED