Malbata Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li girtîgeha Îmraliyê ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi boneya ku di Cejna Remezanê de karibe biçe Îmraliyê, bi rêya parêzerên xwe di danê sibehê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.
Her wiha malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin. STENBOL