Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Lîstika ‘Pençe’yê deşîfre bû: Dîmen ji lîstika komputerê hatine girtin

Dewleta tirk bi rêya medyaya şerê taybet dixwaze xwe di şerê li Xakûrkê de serkeftî nîşan bide. Hat hîn bûn ku dîmenên ku medyaya tirk weke ‘leşker bi helîkopteran dadikevin ser girên Xakûrkê’ ji lîstikeke şer hatine girtin

Hêzên artêşa tirk di 27’ê gulanê de li qadên Şekîf û Şehîd Derwêş ên li herêma Xakûrkê ya başûrê Kurdistanê êrîşeke dagirkeriyê dabû destpêkirin. Artêşa tirk bi helîkopteran leşker anîbûn qadê û ji raya giştî re diyar kiribûn ku navê operasyonê ‘Pençe’ ye.

Medyaya şerê taybet jî rola xwe bi cih anîbû û ji roja pêşîn ve berfirehbûna operasyonê mezin nîşan dida û bi daneyên derewîn raya giştî dixapand.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar di 31’ê gulanê de gotibû ku ‘em ketine hêlînên wan’ û derket holê ku ev gotin ne rast e. Ji ber ku ev qadên ku wan leşkerên xwe anîne vir, gerîla ne li wan qadan e.

Artêşa tirk ji bo têkçûna xwe ya li hemberî gerîlayan veşêre, wekî di dagirkeriya Efrînê de dîsa berê xwe da ser lîstikên komputerê. Li gorî nûçeya nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Tûfan Dêrsim, derket holê ku dîmênên artêşê daye medyayê ji lîstikên komputerê yên bi navê ‘Arma 3’ û ‘Medal Of Horor’ hatine wergirtin. Dîmena ku helîkopter di moda kameraya termal de leşkeran datîne ser gir, wekî dîmenên operasyona Xakûrkê hatiye pêşkêşkirin. Bi vê re hate xwestin ku helîkopter bi rihetî tevdigerin û gerîla jî nikarin tiştekî bikin.

Di dîmenan de tê dîtin ku perwaneya helîkopterê bi awayekî xwezayî nazivire û dema ku leşker ji helîkopterê xwe bera ser giran didin, tiştekî nenas ê ku berê nehatiye dîtin, li hewa difire. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar