Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rojnameger Evran: Bedela operasyonê dê ji bo Tirkiyeyê giran be

Rojnameger Seyît Evran da zanîn ku êrîşa dewleta tirk a li dijî Xakûrkê bi destûrê DYA’yê pêk hatiye û beşeke PDK’ê jî piştgiriyê didê. Evran diyar kir ku dê tu herêm ji dewleta tirk re nemînin û dewleta tirk dê di encama vê operasyonê de zirarên mezin bibîne

Hêzên artêşa tirk ji bo dagirkirina axa başûrê Kurdistanê par li herêma nêzî Bradostê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir. Îsal di 27’ê gulanê de jî dest bi êrîşa dagirkirina Xakûrkê kir. Artêşa tirk ku di çarçoveya êrîşê de, li dijî girê Şehîd Dêrwîş ku dikeve bin girê Lêlikanê û çiyayê Şekîf bombebaraneke giran pêk anî. Piştre jî bi helîkopteran gelek leşker li ser van giran bi cih kirin. Artêşa tirk dixwaze ku li herêmê dagirkeriya xwe berfireh bike.

Têkildarî êrîşa dagirkeriyê ku navê ‘Pençe’ lê kirine, rojnameger Seyît Evran axivî. Evran di serî de bi bîr xist ku dewleta tirk yekemîn operasyona derveyî sînor di 23’yê gulana sala 1983’yan de pêk aniye û wiha got: “Di salên 90’î de jî gav bi gav xwest Herêma Kurdistanê ya Federe dagir bike. Armanc dagirkirina Başûr e. Bingeha operasyonên çend roj berê, ji berê ve ava kiribû. Bi operasyonên îsal re jî hin herêm dagir kirin û niha dixwaza van herêman berfireh bike.”

Êrîş bi destûra DYA’yê pêk hat

Evran destnîşan kir ku dewleta tirk ji bo nixûmandina krîza aborî, siyasî û civakî û her wiha ji bo hilbijartina Stenbolê pêdivî bi operasyoneke wiha dît. Evran wiha dom kir: “Tevî van sedeman, armanc dagirkirina Başûr e. Operasyona bi destûra DYA’yê pêk hat. DYA li dijî Îranê xwest dewleta tirk xelat bike û ev destûr da.”

Têkiliya KDP û dewleta tirk

Der barê helwesta PDK’ê de jî Evran ev nirxandin kir: “Beşeke di nava KDP’ê de li dijî operasyonê ye. Lê bi taybet jî  Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û kesên derdora wî piştgiriyê didin operasyonê. Ev kes dixwazin PKK’ê ji herêmê derxînin. Fermandarên KDP û PKK’ê par li ser ‘Girê Şehîd Derwîş’ baregehên xwe ava kirin. KDP’ê got; ‘ger ev herêm nekeve bin kontrola me dê dewleta tirk bikevê.’ Ev mînak tenê jî têkiliya her du hêzan radixe ber çavan. Niha jî ji bo hin cihên din heman şertan datîne. Xuyaye ku di dagirkeriyê de li hev kirine.”

‘Dewleta tirk raya giştî dixapîne’

Rojnameger Seyît Evran wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li cihê ku dewleta tirk leşker lê danîne tu pêşketin çênebûne. Li gorî min dê tu caran nekarin bi ser bikevin. Dibe ku li ser hin giran serweriya xwe ava bikin lê li gorî konjonktûre dê pirsgirêk derkeve. Iraq dê her tim wiha lawaz nemîne. Ji xwe çend aliyên ku bertek nîşan didin jî hene. Mînak, şîayên li Iraqê pir bi bertek in. Dîsa çend derdorên xwedî heman bertekan hene. A ku dewleta tirk dike, şerê derûniyê ye. Dixwazin di raya giştî de têgîneke xurt ava bike. Ew jî dizane ku dê ev cih ji wan re nemînin. Bi vî şerê derûniyê dixwaza raya giştî bixapîne. Dema ku em lê dinihêrin, dê dewleta tirk zirarên mezin ji encamên vê operasyonê bigire.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar