Partiya Mirov a Azadiyê, ji bo pêşketina aştiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan û gelek siyasetmedaran re name şandin. Piştî şandina nameyan, polîsan destûr nedan ku daxuyanî bê dayîn
Partiya Mirov û Azadiyê (ÎOP), ji bo pêşketina aştiyê, ji serokê partiyên siyasî, rêveberiyên bîr û bawiyan û gelek kesan re ji Postexaneya Wanê name şandin. Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç û endamên partiyê li ber postexayê kom bûn û name şandin. Komîserê polîsan ê bi Kamaç re nîqaş kir destûr neda ku daxuyanî bibin. Endamên partiyê yên name şandin, dûre derbasî avahiya partiyê bûn û civîna çapemeniyê li dar xist.
Serokê Giştî yê Partiyê Kamaç di civînê de axivî û wiha got: “Îro me xwest ji bo partî û gelek kesan bi boneya Cejna Remezanê peyamên aştiyê bişînin. Me xwest bang aştiyê em li hemû beşan bikin. Ji bo vê me name ji Recep Tayyîp Erdogan, Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş û Kemal Kiliçdaroglû re şand.” WAN