Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Penaber çûn serdana goristanê

Xelkê Mexmûrê piştî ku nimêja cejnê li mizgeftê kirin berê xwe dan ser goristanê. Piştî serdana goristanê xelkê wargehê çûn Saziya Malbatên Şehîdan û cejna hev pîroz kirin

Îro yekem roja cejna Remezanê ye. Bi vê boneyê xelkê wargeha Mexmûrê di seetên sibê de li mizgeftên wargehê nimêja sibê kirin û piştî nimêja sibê jî, berê xwedan goristana wargehê û dua kirin. Piştî serdana goristanê jî xelkê wargehê berê xweda Saziya Malbatên Şehîdan a Wargehê û li wir cejna hev pîroz kirin.

Li saziya Malbatên Şehîdan hevserokê Meclisa Gel a Wargehê Huseyîn Kara axaftinek kir û got: “ Em di serî de cejna Rêber Apo, gêrîllayên ku di çeperande li berxwedidin, girtiyên di zindanan de, dayîkên aştiyê, tevahî şehîdên Kurdistanê û cejna tevahî gelê kurd pîroz dikin. Em hêvî dikin ku wê ev cejin bibe wesîleya aştî û azadiya gelê kurd û tevahî gelên bindest.”

Kara di dewamê de got, “Bi hêviya ku em vê cejinê dinava azadî û serfiraziyê de pîroz bikin. Wê bi vê cejina remezana pîroz, di nav mede biratiyek rast û durist ku em bi serfirazî bi hevre bijîn pêkwere. Em bi hev re li ser xakek azad jiyaneke azad derbas bikin, em dubare cejna gelê xwe û hemû gelên bindest û alema îslamê pîroz dikin.”

Piştî axaftina Hevserokê Meclîsa Gel a Wargehê, gelê wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan cejna hevdu pîroz kirin. Piştî wê jî di nava kolanên wargehê de zarokên wargehê mal bi mal geriyan û cejin pîroz kirin. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar