Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

157 rojnamegeran di girtîgehan de cejn pêşwazî kirin

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora meha gulanê ya binpêkirina mafên rojnamegeran bi raya giştî re parve kir. ÎRA, di raporê de diyar kir ku di vê mehê de jî zextên li ser rojnamegeran kêm nebû û 157 rojnameger Cejna Remezanê di girtîgehan de pêşwazî dikin

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora meha gulanê ya binpêkirina mafên rojnamegeran bi raya giştî re parve kir.

ÎRA’yê da zanîn ku politîkayên tundiyê ya îktîdara AKP’ê ya li ser medyaya ku serî natewîne bi rê û rêbazên cuda didome û wiha got: “Bi taybetî li dijî medya muxalif bi krasê “hiqûqê’ bi binçavkirin, girtin û êrîşa li dijî rojnamegeran tundî didome. Li kolanê rojnameger rastî êrîş û lêdanê tên. Xebata wan tên astenkirin, rastî lêdanê tên û rumeta wan tên kişandin. Polîtîkayên tundiyê yên îktîdarê destûr dide ku rojnameger li kolanê rastî lêdanê bên, wênekêş û kamerayên wan bên desteserkirin. Herî dawî rojnameger-nivîskar Sabahattin Onkibar li pêş mala xwe ya Enqereyê, rojnameger Îdrîs Ozyol li Antalya, rastî êrîşê hatin. Em van hemû tundî û êrîşa li dijî rojnamegeran şermezar dikin. Em dixwazin ev organîzetorên van êrîşan bên girtin û darizandin.”

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) da zanîn ku dixwazin ku qedexeya li ser weşanan, cezayê li rojnamegeran tê birîn, dozên ten vekirin, binçavkirin û girtin bi dawî bibin û wiha lê zêde kir: “Li gorî vê yekê di çarçoveya niqaşa “Reforma Darazê” de divê meseleya “azadiya çapemenî û îfadeyê” li gorî reforma esasî bê rastkirin û bi zagonan bê mîsogerkirin. Li gorî vê yekê divê berî her tiştî 157 hempîşeyên me yên rojnameger ku girtî ne bên berdan. Divê hemû rojnamegerên tên darizandin, darizandina wan bi dawî bibe. Di vê mehê de li 13 xebatkarên Azadiya Welat û bi tevahî li hemû xebatkarên wê lêpirsîn hatin vekirin. Em di serî de dixwazin lêpirsîna ku li Xwediye Îmtîyazê yê rojnameya Azadiya Welat, 4 midûrên nivîsê, edîtor, nûçegihan, nivîskar, belavkar, ajokar û nanpêje wê hatiye vekirin betal bibe. Lêpirsîna li rojnameger û edîtorên Azadiya Welat Bişar Durgut, Mehmet Çetîn Altun, Metîn Gul, Ferît Koyluoglu, Îsmaîl Çoban, Yildirim Temel, Emrah Kelekçîer, Mehmet Şah Aydemîr, Elfesiya Baran, Velat Oztekîn, Zeynel Abîdîn Bulut, Zafer Tuzun, Rojhat Bilmez hatine vekirin bi dawî bibe.”

ÎRA destnîşan kir ku di meha gulanê re her roj rojnameger rastî astengiyan hatin û wiha bi dawî kir: “Ji 1’ê gulanê heta 25’ê gulanê rojnamegerên çalakiyên dayikan ên rûniştinê yên li Parka Koşuyolu ya Amedê, pêş Girtîgeha Gebze û Girtîgeha Bakirkoyê şopandin rastî astengiyên polîsan ên keyfî hatin. Polîsan ew binçav kirin, wêne û dîmenên wan desteser kirin.

Binpêkirina mafên rojnamegeran a meha gulanê wiha ye:

157 Rojnameger Cejna Renezanê di girtîgehê de pêşwazî dikin.

6 Rojnameger hatin binçavkirin.

13 Rojnameger rastî lêpirsînê hatin.

44 Rojnameger hatin darizandin.

10 Rojnameger rasti ceza hatin.

2 Rojnameger hatin girtin.

40 caran rojnameger rastî astengiyan hatin. Wêne, dîmenên wan hatin desteser kirin.

5 Rojnameger rastî êrîşe hatin.

2 Rojnameger hatin berdan.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar