Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ked heye lê nav tuneye

Jinên ku li ser erdan dixebitin anîn ziman ku ew sibê heta êvarê dixebitin lê tevî vê yeke navê wan û keda wan ji aliyê mêran ve nayê dîtin

Di çandiniyê de ku jin kedek mezin didin, li ser erdan rengê binpêkirina kedê, şer û krîza aborî serdest e. Jinên bi salan e li Torbali ya Îzmîrê li ser erdên tufrengan dixebitin diyar kirin ku şertên xebatê bi salan e neguherîne û gotin ku mêr li qehweyan rûdinên ew dixebitin lê dîsa jî keda wan nayê dîtin.

Jina bi nave Hatîce Acar ku 20 sal e kedê dide çandiniya tufrengan, da zanîn ku erd ji xwe re kirê kiriye lê ji ber lêçûn zêde ye kara wan her diçe dikeve û wiha got: “Poşet, mazot, ceyran, av, zibil, pereyê karkeran bi zorê em didin. Zarokên min li bazarê dixebitin. Ew kîloyê wan bi 6-8 TL difroşin. Yên halê erzan digirin. Ger neyê firotin jî em didin fabrîkaya ava fêkiyan. Kîlo bi 1-2 TL yî em didin.”

Vesîle Şahîn destnîşan kir ku xwediyên erdan tirkên herêmê ne û xebatkar jî kurd an jî penaberên Sûriyeyê ne û ev tişt anî ziman: “Piranî karker jin in. Komkirina tufrengan rojan e 65 TL ye. Ger navbeynkar hebe ev 59 TL ye. Piranî jî jin vî karî dikin.”

‘Li malê çayekê jî çê nakin’

Jina bi navê Turkan jî anî ziman ku mêr her tim li qehweyan rûdinin û bi keda jinan debara xwe dikin û wiha domand: “Em sibehê ji 05.00’an derdikevin heta nîvro dixebitin. Heta em tên malê çayekê jî çê nakin. Debara malê jî em dikin. Lê navê wan derbas dibe. Li vir her tim li ser me patron hene. Li vir em 10 kes dixebitin, mêrek bar dikişîne. Bazarvan mêr in, patron mêr in.”

‘Pergala çawiştiyê me dixe zorê’

Sadiye Melek a 28 salî jî got ku şertên kar hîn neguherîne û ev tişt anî ziman: “Em di tariyê de li ser erd dest bi xebatê dikin. Hundirê serayê germ e, hemû ax e. Mar û sewalên din dikarin derkevin. Carna em tenê 5 deqeyan behna xwe didin. Tevî her tiştî em bi vî pereyî debara xwe dikin. Roj bi roj em di şertên girantir de dixebitin. Çewalek ard bûye 140 TL. Em ê çawa bijîn. Pergala çawiştiyê jî me dide zorê. Her çawîş serî karkerî 5 TL komîsyon digire.”

Her wiha Kudret Suer jî diyar kir karkeriya çandiniyê tê wateya xebata bê ewle û krîza aborî û şerê li Sûriyeyê bandor li ser erdan jî kiriye û wiha got: “Her tişt biha bûye. Kirê zêde bûne. Em bi 100 TL diçin bazarê lê em nikarin tiştekî bikirin.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar