Li Hindistanê vîrûsa Nîpahê hate tespîtkirin. Ji ber vê vîrûsê sala borî li Eyaleta Keraleyê 17 kes jiyana xwe ji dest dabûn
Li Hindistanê di xwendekarekî zanîngehê de vîrûsa Nîpahê hat tespîtkirin. Rayedarên tenduristiyê yên eyaleta Kerala ya li başûrê Hindistanê diyar kirin ku xwendekarê 23 salî ji ber germa bedena wî zêde bûye rakirin nexweşxaneyê û rewşa wî hatiye kontrolkirin.
Wezareta Tenduristiyê ya eyaletê ragihand ku nêzî 90 kesên ku xwendekar di nava du hefteyan de têkilî bi wan re daniye, di bin çavdêriyê de ne. Yek ji wan kesan xistin karantînayê.
Vîrûsa Nîpahê ku di asta ji sedî 40 heta 75’an kujer e, ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve di asta Ebola û Zîka de weke nexweşiyeke ku divê bê kontrolkirin tê dîtin.
Her wiha sala borî li eyaletê 17 kes ji ber vîrûsa Nîpahê jiyana xwe ji dest dabûn.