Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk nûçeyên qelp û derewîn diweşîne

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Girê Şehîd Derwêş ê Xakûrkê li dijî artêşa tirk çalakiya sabotajê li dar xistin û di vê çalakiyê de gelek leşkerên tirk hatin kuştin. HPG’ê ragihand ku nûçeyên ku dewleta tirk diweşîne û dibêjin 34 gerîla şehîd bûne nûçeyên qelp û derewîn in

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li dijî artêşa tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê wiha got: “Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya , roja 3’ê hezîranê saet 20:00’an li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Derwêş çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin lê hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin. Roja 3’ê hezîranê saet navbera 23:00 û 00:00’an helîkopterên êrîşê yên artêşa TC’ê ya dagirker biserûber bombe li derdora girê Şehîd Şerîf û Şekîf, herêma Şehîd Botan, Ermûş ên Xakûrkê barandin. Di van êrîşan de ti windahiyek canî ya hêzên me çênebûne.

Nûçeyên derewîn

HPG’ê da zanîn ku çapemeniya tirk nûçeyên derewîn diweşîne û wiha got: “Wezareta Parastinê ya Tirk nûçeyên ku di operasyonê de heta niha 34 gerîlayên me şehîd bûne serwîs dike. Bîlançoya ku her roj Wezareta Parastinê ya Tirk radigihîne ji nêz û dûr ve ti eleqeya xwe bi rastiyê re tune ye. Divê gelê me ji van nûçeyên şerê taybet ên dagirkeran ku bi hemû teknolojiya di destê wan de bi hovane êrîşî xaka Kurdistanê dike, bawer nekin. Heta niha di operasyonê de 2 hevreyên me şehîd bûne û di daxuyaniya 3’ê Hezîranê de me ev ragihandibû. Dewleta tirk ku li beramberî gerîla hemû îmkanên xwe seferber kiriye tu serketinek bi dest nexistiye, ketiye pey serkeftinên qelp û derewîn.”

Di dawiya daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin: “Roja 3’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker di navbera saet 22:00 û 23:00’an de bombe li derdora gundê Yekmalê yê herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Divê bombeberanê de ti windahiyekî hêzên me çênebûye, zirarek mezin gihişte bax û baxçeyên welatiyên sivîl.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar