Cejna Remezanê li hemû mirovahiyê û bawermendan pîroz be. Eyd û erefat ji me hemûyan re azadî, aştî bîne. Hemû cejnên olî kevneşopiya mirovahiyê ne. Di encama têkoşîna li hemberî neheqî û zilmê derketine holê û hemû di heman demê de serkeftinên mezin ên li hemberî zilm û heqaretê ne.
Misliman li seranserên cîhanê vê cejnê jî di bin şer, neheqî û zilmê de, di nav xizaniyê de pêşwazî dikin. Em di demekî ku pêwîstiyek mezin bi şoreşa heqîqetê heye re derbas dibin. Herkes di dilê xwe û mejiyê xwe de şer û pêvçûna vê heqîqetê yan jî statukoyê dijî.
Înkarî di hemû baweriyên semavî de guneh û sûcekî mezin e. Ger ku tişta ji aliyê hêza îlahî ve hatiye xuliqandin bê înkarkirin guneh û sûc ewqas mezintir dibe. Di vê cejnê de xelatiya AKP’ê ji bo kurdan înkariya ziman e, dest dirêjkirina îzeta gelê kurd e. AKP bi awayek rêk û pêk asîmilasyona li ser kurdan li ser zimanê kurdî didomîne. Ev partiya ku li ser referansên bawerî û olî tevdigere zirara herî mezin dide vê bêwariyê. Asîmîlasyon yek ji sûcê mirovahiyê ye û AKP partiyek asîmîlanîst e. Tişta îlahî ku hatiye xuliqandin înkar dike, berovajî dike û dixwaze biguhirîne. Ev di heman demê de şîrk e.
Dêrsim û Bedlîs vê rastiya AKP’ê didin nîşandan. Li wir tenê tabelayên kurdî nehatin daxistin di heman demê xîret û rûmeta civakekî biçûk xistin. Destdirêjî îzeta gela kurd kirin. Li hemberî civakekî heqaretek ji vî mezintir tuneye.
Asîmîlasyon tenê bi hêza serdestan pêşnakeve. Dildar û hevkarên asîmîlasyonê hene. Hin beşên civaka kurd dibin şîrîkê vê bêrûmetiyê. Daxistina tabeleya Dêrsimê 70 sal ewil bi komkujiya Dêrsimê destpê kir û heya niha domiya. Polîtakaya qeyûmê berdewama vê komkujiyê bû. Komkujî bi înkara kurd û kurdî berdewamkirin. Niha li gel biryara meclisa şarederiyê nahêlin ku ev tabela kurdî bê daliqandin. Tenê walîtiya Dêrsimê astengî dernaxe, qaşo komînîstên ku di şarederiyê de bûne desthilatdar jî mil didin vê polîtîkayê. Cardin çîroka ‘ku şoreş pêk were dê kurdî jî azad be’ dibêjin. Yên ku bi xem û xeyalên komînîzmê piştgirî dan vê yekê bi zanetî yan jî nezanî şîrîkê vê gunehê ne.
Bedlîs rûyekî din a vê rastiyê dide nîşandan. Şarederiya Bedlîsê ji aliyê AKP’ê ve bi hin xîle û listîkan hate desteserkirin. Tabeleya şarederiyê ya kurdî ku qeyûm cesaret nekiribû rake ji aliyê şarederiya AKP’ê ve hate daxistin. Hem jî bi heqaretek mezin. Piştî ku ev yek hate niqaşkirin jî şarederiya AKP’ê ya Bedlisê daxuyaniyek da û di vê daxuyaniyê de heqaretek mezintir li zimanê kurdî kir. Qaşo şaderê kurd di daxuyaniya xwe de got ku ‘tu derdê civaka kurd a kurdî tuneye.’ Şarederê Bedlîsê dibêje ‘47 roj e li hemberî daxistina tabeleya kurdî tu bertêk derneketiye holê û ev yek jî dide nîşan ku ziman ji bo vê civakê bêqîmet e.’
Ger civakek qimetê nede zimanê xwe rastî her heqaretê tê. Di vê warê de êdî mirov nikare dewletê û polîtîkayên asîmîlasyonîst sûcdar bike. Kurdên ku bi têra xwe li zimanê xwe xwedî dernakeve jî sûcdar in. Sûcdarê herî mezin dildar û şîrîkê asîmîlasyonê ne. Di mînaka Bedlîsê de derket holê ku şarederiyên AKP’ê yên li Kurdistanê berdewana qeyûman e. Bi gotinek rasttir, ji bilî îradeya welatparêz, her celebên desthilatdariyê parçeyek siyaseta asîmîlasyonê ne. Ew carna bi rûpêça komînîzmê, carna bi ya oldariyê, şêxitiyê derdikevin pêşberê me lê armanca wan yek e. Tunehesibandina kurdan, înkariya ziman û çanda kurd û berdewama polîtîkaya komkujiyê. De bila kurdên ku li Dêrsimê bi hinceta komînîzmê, li Bedlîsê bi hinceta oldariyê piştgirî dan vê siyasetê şad û bextewar bin.