Li paytexta Swêdê Stockholmê, konfederalîzma demokratîk, rol û statuya jinê ya di nava pergalê de û jineolojî hate nîqaşkirin
Li Stockholmê konfederalîzma demokratîk, rol û statuya jinê ya di vê pergalê de û jineolojî hate nîqaşkirin.
Semîner ji aliyê rêxistina jinan a bi navê Ronak ve hate amadekirin û nêzî 4 saet û nîvan dewam kir. Nivîskar Necîbe Qeredaxî li ser van babetan semîner da.
Di semînerê de li ser konfederalîzma demokratîk gotarek hat pêşkêşkirin û ji bo rizgarbûna ji krîza heyî, wekî model û ferasetekê hate nîşandan. Hate diyarkirin ku konfederalîzma demokratîk dikare bersiva nakokiyên çînî, zayendî û neteweyî yê bi hezaran salan bide. Di semînerê de qala paşxaneya dîrokî ya pergala konfederalîzma demokratîk hate kirin.
Di semînerê de qala girîngiya jineolojiyê hate kirin û hat gotin, ew dikare dîroka azadiyê binivîse, û li ser prensîbên demokrasiya radîkal û rasterast, azadiya cinsî bi pêş dixe.
Semînerê bi pirs û bersivan dewam kir. Beşdaran îşaret bi girîngiya minaqeşekirina konfederalîzma demokratîk û jineolojiyê di nav civakê de kir. STOCKHOLM