Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li tu welatan wekheviya zayendî tuneye

Li gorî lêkolîna ku ji aliyê rêxistina civaka sivîl Equal Measures 2030 hatî kirin, li tu welatan wekheviya jin û mêran ne di wê asta ku tê xwestin de ye

Li gorî rêxistina civaka sivîl a pispor Equal Measures 2030 wekheviya di navbera jin û mêr de gelek ji hedefên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatine diyar kirin, dûr in.

Sala 2015’an welatên endamên NY’yê heta sala 2030’an bi piraniya dengan pêkanîna 17 ‘hedefên pêşketina mayînde’ pejirandibûn. Di nava van hedefan de jî wekheviya jin û mêr jî hebûn.

Li gorî rêxistina civaka sivîl hewldanên ku ji aliyê hikûmetan ve tê kirin heta 2030’an ji bo parastina wekheviyê ne têrker in.

Di raporê de hate gotin ku li 129 welatên ku lêkolîn hatine kirin yek welat jî negihiştiye sozên wekheviya di navbera zayendan de.

Midura rêxistina Equal Measures 2030 Alîson Holder got ku tu welat ne ‘bêkêmasî’ ye û negihiştiye skora giştî ya 90 puan û zêdetir. Di rewşa heyî de bi puana 89.9’an welatê Danîmarka herî zêde nêzî skora puanan bûye.

Li bajarê Vancoûver ê Kanadayê Holder di konferansekî wekheviya jin û mêran de axivî û wiha got: “Em ê nekaribîn sozên ku ji bo bi milyaran jin û zarokan hatî dayîn pêk bînin.”

Welatên Ewropayê Fînlandiya, Swêd, Norve û Hollanda weke welatên zengîn ku herî nêzikî hedefen pêşketinê derdikevin pêş.

Welatên ku durî hedefan jî Çad, Komara Demokratîk a Kongo, Kongo, Yemen û Nîjer in.

Holder diyar kir ku nûçeyên xweş jî hene û zêdebûna hejmara jinan a li Parlamentoya Senegalê ji Danîmarkayê  weke mînak nîşan da.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar