Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Qurbaniyên Komkujiya 5’ê Hezîranê hatin bibîranîn

Bi tevlêbûna gelek kesan ji bo bibîranîna kesên di Komkujiya 5’ê Hezîranê ya li Qada Îstasyonê ya Amedê de jiyana xwe ji dest dan, li cihê komkujiyê merasîm hate lidarxistin. Di merasîmê de hat gotin ku kujer diyar in û dê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane tu carî jibîr nekin

Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê bi munasebeta 4’emîn salvegera komkujiya 5’ê hezîrana 2015’an ku li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk hat, li qada îstasyonê merasîmek li dar xist.

Endam, rêveber û parlamenterên HDP’ê, hevşaredarên HDP’î, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên rêxistinên demokratîk jî di navde gelek welatî amada bûn. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Uyanik Alokmen di bernameyê de diyar kir ku di 5’ê hezîrana 2015’an de li vir du bombe teqiyan û wiha got: “Di êrîşê de 5 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Zêdetirî 400 mirovên me birîndar bûn. Daxwaza wan azadî, aşitî, wekhevî û edalet bû. Ev daxwaz hîn didome.”

Uyanik diyar kir ku hîn kujer nehatine darizandin û wiha pê de çû: “Em dizanin bê ka yên ketine xwîna gelê me kî ne. Bila tu kes li wê bendê nebe ku em ji bîr bikin. Em hevalên xwe yên li vê qadê jiyana xwe ji dest dan û yên ku di rêya demokrasî û azadiyê de jiya xwe ji dest dan em ji bîr nakin. Ez ji bo malbatên qurbaniyan sersaxiyê dixwazim û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazim. Bi qasî em hebin dê wan ji bîr nekin.”

Beşdaran piştî axaftinan dirûşma ‘Şehîd namirin’ berz kirin û qurnefîl danîn cihê komkujiyê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar