Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şimamok

Xwebêjî

Jiyanê zêde fersend nedabû. Ma ka jiyana me û fersend!

-Ka te ji min re şimamok neanî?

Ez mam şaşwazî…

***

Jiyana berxwedêrî û têkoşêrî hestên me yên şoreşgerî zede dabûn pêş û hestiyariya me hatibû veşartin, bincil bûbû. Min bawer nedikir ku peyvek wiha ji te bibihîzim. Te nedihişt em te bipêçin, maçî bikin. Te digot, “hestiyarî ne hewce ye.” Her kesî te bi cidiyetiyê dinasî, zarok, kulîlik, hestiyariyên rojane dûrî te bûn. Û em tiyê te bûn. Ma jiyana me asayî bû!

***

Bindestî wêranî ye hevalo!

Wêraniyê rewşa me xistibû rewşa malkambaxiyê. Ji karê xwe re em zêde cidîbûn û ev jî giraniya kedxwarî û mêtingeriyê bû, bêjiyan bûn em…Xwebûnê kar nedikir, xwebûn ji me re biyanîbûn û hovîtîbû. Feslafîstanê me ev bû ! Erebî, erebîtî dinyaya din û bihuşt, tirkî, tirkîtîjî ev dinya, qaşo dinyaya derewîn dagir kiribûn, a wan bû. Em diçûn ber dehşikan û nan di kurdîtiyê de tunebû, tew ew sebeba her xirabiyêbû…Heta ji te bêjêhatî be, ku tu kurd bî, berhewa. Îcamahest û dinyaya te ya veşartî heja bûçi! Evîn, hezkirin, dilbijokî, jiyana xweş, ev tev ji me re qedexe û ev ne liyaqî me ne, ma ne dinya derewîn bû û ya esas dinyaya din bû û ev zagon bi tenê ji bo me derbasdar bû. Sedema her xerabî û nehewcetiyê em. Mala min e!

Xaniyê mezin jî ev ecêba anîbû ziman, “Mame di ecêbmayiya Xwedê de…” berdewamê vê tu jî û her bindest û stûxwar dizanin.

Ê de ka em çibikin!

Divê em ji vê rewşê xelas bin, vî fîstanî biçirînin û hestên xwe, xewn û xeyalên xwe- ji bonî em wan bidest bixin- bincil bikin, veşêrin û paşde bidin. Hezkirin, evîn, bengîtî… bila bimînin! Ma ev jî jiyan e! Lê çare tunebû, em dereng mabûn û eceleya me hebû, divê em azad bibûnan, bibûnan “xwe”…Rê pir asê, her rê encama rêyekê û destpêka rêyekê, naqedin û cahili jî bela, feqîrî û nezanî jî zêdebûna ser kezebê! Em heyranê serdestên xwe, aşiqên qatilê xwe…

Herê dilo, bijarteyê qorziya herî birûmet î cegera min, dile min, hesreta min, delalê min. Ka ez çawa bibêjim, jixwe hema me hevdû xweşik nedît. Zindan, çiya, xebat, ked û hewldan, em zû mezinbûn. Me ne zaroktî dît, ne ciwanî û ne jîjiyanek asayî. Ka ez qala dexsiyê, qala çevnebariyê bikim an jî qala xencera ji pişt de, jixwe re nebûn lê “dehwedaro di ber xelkê de” bu dustura jiyana malkambax. Herêdûvpişkî, tûpişkî, li welatê dûvpişkan, li Dûvpişkîstanê têkoşîn, têkoşîna azadiyê ma hêsan e! Hilbet li gel dûvpişkan leheng jî, kedkeda lehengan. Bi zeman re pêşbazî ne kare her egîtî ye. Ma ne zeman û gerdûna firînê asas in û em ê bi ser bikevin.

Me her tişt xistibû emrê azadiya mezin, me her tişt kiribû fîdakarê evîna mezin. Wisa ye, jî.

Melûliya min di bîrate de ye. Min wisa digot.

Werê

Wiha nenêre Berxo

Wisa nenêre Berano

Wilo nenêre ezîzber dilê min

Werê nenêre kuro

 

Ne ez im sedema

Stûxwarî

Bindestî

Bêkesî

Xizanî

Nezanî

Belengazî û

Mazlûmiyê

 

Na…

Werê nenêre kuro

Jana dilê min

 

Ne ez im sedema

Bêevînî / Bêvînî

Evînên nîvco mayî

Xweziyên di qirikê da mayî

Xewn û xeyalên neqişandiyên fetişi

Bihara qurmiçî û peritîn û şewitîna kulîrkên bihîvan

 Û ziwabûna çeman û wêraniya baxçeyan

 

Na…

Bila bimre bindestî, bila bimre bindestî

Bila bimre mêtingerî…

                         ***

A vawisa ye.

Bi hesreta te me, bêriya te dikim. Me xweşik hevdu nedît lê baş hevdu fêhm kir. Bawer im, dizan im. Xewn û xeyalên me welatekî azad, têrevîn, azadî û jiyanek di baxçeyê bihuştê de ye. Jixwe welatê me bihuşt e, her ku hatiye wêrankirin. Bila asteng hebin. Bêminet in. Ma ne Siyabendê Silîvî digot, “her roja ku hezar û yek bela tê de tunebe, ew ne roj e…”  Em ê di rojên xweş û geş de, di azadiyê de hevdu himbêz bikin û ez ê şimamoke kê tevlî dayika te ya heja û pîrozdiyarî te/webikim.

Ez emaneten te; dayik, yextiyar û zarokan, rêzdariya pakrewan û jinan ji bîra nakim.

Em ê jiyaneke azad, jiyanek xwerû evin a liyaqî mirovahî biafirînin. Evîn, hezkirin û xwebûn ew ê bibe mîna bêhna gulan, Gulên Aptîn, Gulên Evdî… Bîstanên tev bi bêhna şimamokan li hêviya me ne. Va bêhn xweş tê me. Bêhna evînê, bêhna azadiyê tê.

Şimamoka te amade ye, li baxçeyê binya malê, baxçeyê bêcenan…

Jixwe tu şimamok î, hebûna te bêhna şimamokan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar