Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Serkeftina berxwedanê!

Niha xêrnexwaz çiqas hesûdiya kurdan dikin ka çima bi qasî wan ne şanaz in. Neyarên rûreş çiqas qehirîne ka çima hinge wan ne rûspî û enîpak in. Zordar çiqas rikê wan ji kurdan diçe ka çima bi qasî wan ne bi hêz in. Desthilatdarên diltarî çiqas bi kîn û rik in ku bi qasî gelê min ê serfiraz ne bi dilpak in!

Belê, niha nebi rewanbêjî û xweşbêjiyê; tenê bi yek gotinê mirovahiya xwedî bi rûmet û rêgez, li ber niyaza gelê Kurd berxwedanê, diçe secdeyê. Belê dîsa gelê Kurd bi berxwedanê bi ser ket. Çimkî gelek, nifşeke ku bi berxwedanê ji xwe re nasnaya rûmetê çêkirî, niha li ser hespê serkeftinê bi çargavî ber bi rojên azad ve dibeze. Ne sekvan, ne kemînbaz, ne rêgir ne rimavêjên li ber benda xirabiyê nikarin vê siwarê bisekinînin.

Serkêşê siwaran vê carê xwedawendek e; bi şeml û şemal spehî û lewend. Kena wê ya ji rojgera xwe teyisandî çavên xwe yên belek, bi qasî çend gerdûnan bi ronahiyê bixemilîne dadigire. Zulkuf, Ayten, Zehra, Medya, Yonca, Siraç, Mahsum, Umît û Ugur bûne per û baskên Leylayê fir didin li asîmanan şîn-azad… Û aniha dibarin li ser por, rû, dest û dilê bi hezaran cengawerên dilpola û şêrgeleyan… Dê bibarin, her çar demsalên welatê me Kurdan, li ser hemû awaz û ristekên nifşên nemir. Çimkî ev ne çîrok e, ne gotegote; destanên rasteqînê bi xwe ne… Û em, nifşekî berxwedanê ne; bi rojê ronahî bûyî, bi Leylayan ji birçîbûnê têr bûyî bi berxwedana bêhempa; heybeta me ne hêma,  ne peyv û ne jî di ristekan de hilnayê. Em bi dilpakiya di deryaya dilê Leylayan de kom bûyî spehî bûn û emê her wê spehî bimînin bi bişrîn û dilkeniya wê berxwedêriyê…

Belê awirên Leylanî bi aram vedidin li ser niştimana berxwedanê, bereketa ji ramangeha mamosteyê dilan jê diweze û dibare… Rûyê Leylanî, bi qasî laçikên serê dayikên min spî dibiriqe, dayikên dilê xwe xistî destê xwe, kolan bi kolan kezeba xwe dilorînin. Lê di awaz û lîlanên wan de ne lavayek ne jî ricayek heye; serî heta binî îsyan, viyan û şiyan! Dirûşmeyên bi dilşewatiya evîniyê li ser delalên dilê xwe berz dikin. Tiliyên wan ên weke şûrê Elî çot li dijî zilm û zordestiyê serî rakirine. Ne ji zordestiya neyar û nemerdan, ne jî ji senger û bendên wan ên mirovên bê ruh û can, nikare li ber dayikên dilsoj bibe rêgir. Qêrînên wan dayikan heft hezar car li çardîwarên zindanên zilmê dikevin û heft hezar caran hildiweşînin dîlgirtinê. Heft hezar govendan digerînin bê bûk û zava li nav kolanên dilê gel û welatê me. Heft hezar çot-tiliyên serkeftinê bi çavên bêwate re diçin li qadên biyanistan û mêtîngeristanê. Hildiweşîne dîwarên derew li navbera xwe û lehengên dilê xwe, delalên xewn û xeyalên xwe, egîdên dilînî û xweziyên xwe.

Giravek, bi deryayan hatî pêçan û xemlandin; bejin ditewîne li ber dilpakiyan zarokên rojê, dayikên por spî, paşê roj jê hiltê bi kena xwe geş ve…

Stemkarî stûxwar dibe li ber perperok û ferîşteyên li dora Roja li giravê kom bûyî bi Mazlûmî.

Heft hezar rim, qeyd û bendên dergehê zilmê dişkînin bi Kemalî û Xeyrîvanî…

Meşale pêt didin li Çar parçe paytexta dilê welatê me bi şadî û dîlanî…

Egîdên gelên me şervanên çiyayî, qêrîna wan lehengan dimeşin li lûtke û navserên welatê me Kurdan..

Lê belê ev şerê spehî û kirêtiyê ye hê didome. Ne destpêk e ev, ne jî dawî ye li bêdera cengê berxwedêrên şîrhelal..

Gulan e werza berxwedanê, gul û kulîlkê wezîna demsalê diherikin Tebaxê; destana Egîdan…Hêj  neqediyaye meş, hê negotine lehangên şagirtên Rojê gotina xwe ya dawî! Tenê stranek bû, li ber dîlan digirtin dîlana serfiraziyê. Dimeşin lehengên dîrokê, didome Destana Egîdan, di destê wan de pênûsên dîroknûs, bi şoreşî dinivîsin roman û helbesta evînê…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar