Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Girtiyên li Şakranê ji ber xwarinên girtîgehê jehrî bûn

Derket holê ku 6 girtiyên siyasî yên li girtîgeha Şakranê ku di greva birçîbûnê de bûn, ji ber xwarinên ku rêveberiya girtîgehê dane jehrî bûne. Girtî 2 rojan di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de hatine hiştin

Li zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê û rojiya mirinê. Piştî berxwedaneke dom dirêj deriyên Îmraliyê li parêzer û malbata Ocalan hate vekirin. Li ser banga Ocalan jî girtiyan dawî li çalakiya xwe anîn. Piştî bidawîbûna çalakiyê, gelemperiya girtiyan sewqî nexweşxaneyan hatin kirin. Lê hem di dema sewqkirinê de û hem jî di dema tedawîkirin û veguhestinê de girtî li gelek deveran rastî binpêkirinên cidî hatin.

Yek ji devera ku tedawiya wan li gorî pîvanên navneteweyî û Protokola Stenbolê pêk nayê jî girtîgeha Şakranê ye. Li gorî agahiyan, ji girtiyên çalakger Hatîce Calihan û 5 girtiyên bi wê re ji ber xwarina ku girtîgehê dane wan jehrî bûn û rakirin nexweşxaneyê. Demek berê Calihan di hevpyevîna xwe ya bi ANF’ê de destnîşan kiribû ku rêveberiya girtîgehê li şûna xwarina şilî, bi rojan hêka kelandî, patatên kelandî û xwarina zarokan dide wan. Calihan di berdewamê de jî wiha gotibû: “Li Şakranê bi giştî 30 girtiyan dawî li greva birçîbûnê anîn lê belê ji wan tenê du jê rakirin nexweşxaneyê. Di nava 3 rojên piştî greva birçîbûnê de şehriye, şorbeya bi ava firingiyan û hêka kelandî dan me. Ji ber vê yekê bi gelek hevalên me re metirsî çêbû ku mîdeya wan xwîn bibe.”

Têkildarî mijarê dayika Calihan, Zeynep Calihan axivî û nerazîbûn nîşanî van kiryaran da. Calihan ev tişt anîn ziman: “Ez di 5’ê hezîranê de çûm serdana keça xwe. Keça min got ku ji ber xwarina rêveberiya girtîgehê daye wan, ew û pênc girtiyên siyasî yên pê re jehrî bûne û çend roj berê ew rakirine nexweşxaneyê. Du rojan li beşa servîsa lezgîn hatine hiştin. Moralê wan bilind e. Destên wê sar bûn lê belê îradeya wê gelekî xurt bû. Ger di hêla tenduristiyê de tiştek bi keça min û girtiyên din bê, berpirsyar wezîrê dadê û hikûmet e.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar