Şaredarê Bedlîsê yê AKP’î Nesrullah Tanglay piştî ku tabelaya şaredariyê ya bi kurdî rakir vê carê jî li bajêr li hemberî tabelayên kurdî operasyon da destpêkirin û di ketina bajêr de tabelaya ku bi kurdî, tirkî û îngîlîzî nivîsa ‘Hun bi xêr hatin’ hat rakirin
Piştî ku şaredariya Bedlîsê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di sala 2014’an de ketin destê DBP’ê li şaredariyê û li bajar gelek tabelayên bi kurdî hatin daliqandin. AKP’ê di sala 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyê kir û di hilbijartinên 31’ê hezîranê de AKP’ê bi dîzî û hîleyan şaredarî bi dest xist.
Tabelayên kurdî ku di dema qeyûm de nehatine rakirin ji aliyê şaredarê Bedlîsê yê AKP’î Nesrullah Tanglay ve yek bi yek tên rakirin. Tanglay wekî ku heqaretê li gelê Bedlîsê û gelê kurd bike gotibû li hemberî rakirina tabelayan tu bertekên tunenin û ev jî nîşan dide ku hewcedarî van tabelayan nîne.
Endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’î bertek nîşanî rakirina tabelayên bi kurdî kirin û gotin ku AKP ji bo di hilbijartina Stenbolê de dengê kurdan bigire bi kurdî propagandayê dike lê li Bedlîsê tabelayên kurdî radike. HDP’iyan diyar kirin ku AKP durûtiyê dike û divê hemû kes vê durûtiya AKP’ê bibîne û di hilbijartina Stenbolê de bersivê bide AKP’ê. BEDLÎS