Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Somaliyê metirsiya birçîbûnê ya bi milyonan mirovî

Neteweyên Yekbûyî, ji bo Somaliyê ku ziwatiyeke dijwar lê heye, hişyarî da. Di hişyariyê de hate ragihandin ku metirsiya xela û birçîbûnê heye

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mark Lowrock ê ji alîkariya însanî berpirsyar e, daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku ziwatiya li Somalî ya herî giran a dehan salên dawî ye.

Mark Lowrock wiha axivi: “Barana ku meha nîsanê li Somaliyê bariya û texmîna der barê barana ku hezîranê bibare, wê rê li ber ziwatiya herî giran a 35 salên dawî yên li Somaliyê veke.” Lowrock hişyarî da ku ev yek jî wê li Somaliyê rê li ber metirsiya birçîbûneke giran veke.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku barana ku mehên cotmeh û kanûnê bariya li gorî salên beriya niha gelekî kêm bû û wiha hate gotin: “Gelê ku beriya niha kete bin bandora ziwatiyê, ji nû ve di nava metirsiya xelaya xwarin û vexwarinê de ye ku ev yek dikare rê li ber nexweşiyên kujer-şewbê veke.”

Di daxuyaniya Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî de hate ragihandin, ajansên alîkariya însanî yên li Somaliyê têrê nakin ku bersivê bidin pêwîstiyan. Li gorî daxuyaniyê pêwîstiya Neteweyên Yekbûyî ji bo Somaliyê bi milyarek û 90 milyon dolarî heye, lê heta niha tenê 22 ji sedî yê vê yekê hatiye peydakirin.

Pereyê ku Neteweyên Yekbûyî wê bi rengekî lezgîn bişîne ji Somalî û Etiyopyayê niha 56 milyon dolar e ku nepêkan e ev pere têra 2,2 milyon mirovî bike.

Li Somaliyê di du ziwatiyên mezin de yên salên 1992 û 2011’an, zêdeyî 300 hezar mirov ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dabûn. NEW YORK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar