Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Mala Êzidiyan 13 êzidî radestî rêveberiya Şengalê kirin

Mala Êzdiyan a Kantona Cizîrê bi hevkariya rêveberiya Kampa Holê 13 êzidiyên ji hêla HSD’ê ve hatin rizgarkirin û li kampê bi cih bûn, tespîtkirin. Welatiyên êzidî dê li Sinûnê radestî PADÊ bên kirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di pêngava dawîn a bidawîkirina çeteyên DAIŞ’ê de gelek êzidiyên di destê DAIŞ’ê de rizgar kirin. Welatiyên êzidî di serî de li kampa Holê hatin bicihkirin. Niha jî kom bi kom radestî malbatên wan tên kirin.

Di vê çarçoveyê de Mala Êzdiyan a Kantona Cizîrê bi hevkariya rêveberiya kampê gelek êzidî tespît kirin û gihand malbatên wan. Îro jî 13 jin û zarokên êzidî ku ji nava kampê hatin derxistin, radestî Komîteya Esîran a Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê kirin.

Li gorî agahiyan, ger ku hikûmeta Iraqê destûrê bide dê 13 welatiyên êzidî saet di 14.00’an de li navenda PADÊ ya li Sinûn a Şengalê bên radestkirin.

Navên kesên hatin rizgarkirin wiha ne: “Fehed Qasim (15) ji Qabûsiyê ye, Şaha Revo (30) û 2 zarokên wî yên bi navên Hîda (6) û Xelat (5) ji Tilezêrê ne , Zîna Îbrahîm (19) ji Tilbenatê ye, Navîn Derwêş (24) ji Şengalê ye, Cîlan Coqî (11) ji Tel Ezêrê ye, Wetfa Nayîf (10) ji Tel Ezêrê ye, Heval Reşo (12) ji Solaxê ye, Leyîla Sado (20) ji Şengalê ye, Heyîfa Sado (16) ji Rembûsiyê ye, Hazim Hiseyîn (17) ji Rembûsiyê ye û Îsra Mistefa (22) ji gundê Koço yê Şengalê ye.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar