Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

‘Artêşa tirk zarokên êzidî qetil dike hûn çima bêdeng in?’

Sazî û rêxistinên Şengalê têkildarî qetilkirina zarokê êzidî Emîn Saleh ku li Zaxoyê ji hêla artêşa tirk ve hate qetilkirin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha bang li hikûmetên Başûr û Iraqê hate kirin: “Zarokên me tên qetilkirin. Heta kengî hûn ê li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng bin?”

Di roja yekem a Cejna Remezanê de ciwanê êzidî yê bi navê Emîn Saleh ku niştecihê Wargeha Çem Mişko ya Zaxo ya Dihokê ye, ji aliyê leşkerên dewleta tirk ve hate qetilkirin. Sazî û rêxistinên Şengalê jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya sazî û rêxistinên Şengalê wiha ye: “Nêzî 5 sala ku gelê me ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li ser axa xwe koçber bûye û li tevahiya cîhanê belav bûye. Rewşa gelê me ya bi li Herêma Kurdistanê roj bi roj xerabtir dibe. Rêxistinên ku xwe weke rêxistinên mafên mirovan pênase dikin, ji gelê me re nabin alîkar. Bi vê boneyê jî gelê me neçar dimîne ku ji bo debara xwe çandiniyê bike. Lê dema ku gelê me li ser karê xwe tên hedefgirtin. Qurbaniyê herî dawî jî zarokê Êzidxanê Emîn Saleh e.”

Di berdewamê de hat gotin ku Saleh ji ber hovîtiya DAIŞ’ê koçberî başûrê Kurdistanê bibû û daxuyanî wiha domiya: “Di dema kar de rastî êrîşa çekdarî ya artêşa tirk a dagirker hat. Li nava axa Iraqê de hate qetilkirin. Bêyî ku dewleta tirk tu hesabê ji bo serweriya axa Iraqê bike, rojane bi tang û topan êrîşên xwe dewam dike û gelê sivîl rasterast hedef digire.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em weke sazî û rêxistinê civaka êzidî yên li Şengalê bang li hikûmeta Iraqê û Herema Kurdistanê dikin ku êdî helwesta xwe diyar bikin. Heya kengê dê li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng bin? Bi taybet ev bûn çend caran însanê civaka me ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tên qetilkirin û heya neha tu lêpirsîn lê nehatiye kirin. Rojane ev kiryarên wiha ji aliyê dewleta tirk ve dewam dikin. Bêdengiya hikûmetên başûrê Kurdistanê û Iraqê jî pêre ye. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku ji bo qetilkirina ciwanê êzidî Emîn Saleh balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê were bangkirin û der barê wan kiryaran de lêkolîn were kirin. Ji ber ku par jî bi heman awayî Mahîr Elî Zaxoyî jî di nava baxçe de hatibû qetilkirin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar