Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Dadgeha navneteweyî dikare li Iraqê ava bibe

Wezîra Edaletê ya Fransayê Nicole Belloubet li ser darizandina çeteyên DAIŞ’ê axivî û destnîşan kir ku ew li ser dadgeheke navneteweyî hemfikirin ku li Iraqê bê avakirin

Wezîra Edaletê ya Fransayê Nicole Belloubet diyar kir ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê ew li ser fikrê dadgeheke navneteweyî nîqaş dikin û işaret bi wê yekê kir ku dadgeh dikare li Iraqê bê avakirin

Wezîra Edaletê Belleoubet ji radyoya RMC re axivî û di mijara fikrê dadgeheke navneteweyî de wiha got: “Dibetiyek e ku ji aliyê gelek hempîşeyên min, Wezîrên Karên Hundir û Edaletê ve li Ewropayê tê bilêvkirin.” Wezîr diyar kir ku ev nîqaş di nava koma “Vendome” de tê kirin. Di nava komê de bi taybetî Wezîrên Edaletê yên Fransa, Alman, Spanya û Îtalya hene.

Wezîra Edaletê dubare ki ku fikrê dadgeheke taybet ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê hîn ‘dibetiyek e’ û anî ziman ku dadgeh dê li herêmê bê avakirin lê ne li Sûriyeyê dibe ku li Iraqê ava bibe.

Wezîra Fransayê diyar kir ku tevî vê yekê gelek zehmetî hene û wiha got: “Divê dewleta Iraqê bipejirîne, her wiha di serî de qedexekirina cezayê îdamê divê şert û merc bên afirandin.” Wezîra Fransayê ragihand ku avakirina dadgehên bi vî rengî demeke dirêj dixwaze.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li paytexta Swêd Stockholmê duşemê bi vê armancê civînek pêk hatibû. Swêd û 11 welatên Yekîtiya Ewropayê tevli civînê bûbûn. PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar