Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Aloziya Kerkûkê û êrîşa li ser Xakûrkê bi hev re girêdayî ne’

Çavdêrê siyasî Bûrhan Şêx Raûf diyar kir ku êrîşa dewleta tirk a li dijî Xakûrkê û aloziya li Kerkûkê bi hev re girêdayî ne. Raûf got ku dewleta tirk dixwaze kurdan ji Kerkûkê vala bike û ji bo vê zextê dike. Raûf anî ziman ku divê li dijî vê yekê jî helwestek hebe

Çavdêrê siyasî Bûrhan Şêx Raûf têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û aloziya li Kerkûkê ji Rojnewsê bi Berhem Letîf re axivî.  Şêx Raûf got ku dewleta tirk ji bo ku pirsgirêka walîtiya Kerkûkê çareser nebe gelek hewl dide.

Bûrhan Şêx Raûf diyar kir ku êrîşên dewleta tirk ên li dijî Xakûrkê û aloziya li Kerkûkê ji hev cuda nînin. Şêx Raûf wiha dom kir: “Peywendiya van tevan bi hev re heye. Tenê armanceke dewleta tirk heye, ew jî dixwaze kurd negihin mafên xwe û herêm aram nebe. Ji ber ku kurd li herêmê di aliyê aramiyê de xwedî girîngiyeke mezinin. Heya kurd bi mafên xwe kêfxweş nebin, dê aramî neyê.”

Di berdewamê de jî Raûf bal kişand ser destwerdana dewleta tirk a li Kerkûkê û wiha derbirî: “Dewleta tirk ji bo ku li Kerkûkê çareserî pêk neyê zextê dike. Ji bo ku waliyê Kerkûk kurd nebe, çi ji destê wê tê dike. Dixwazin aloziya li Kerkûkê bidome û ji bo vê jî zextekî mezin li ser kurdan dike. Bi vê jî dixwazin kurdan neçar bikin ku ji Kerkûkê derkevin. Divê li hemberî van binpêkirinên dewleta tirk helwestek hebe. Divê nûnerên kurd ên li parlamentoya herêmê û Iraqê dengê xwe bilind bikin û xwedî helwest bin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar