Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Temellî: Guh bidin Ocalan

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî bi boneya pîrozbahiya cejnê çû Êlihê û ev tişt anî ziman: “Aştî, bi lihevkirineke civakî, bi aştiyeke birûmet û bi muzakereyên demokratîk pêkan e. Guh bidin birêz Ocalan. 4 salan we guh nedayê, rewşa welat li holê ye.”

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, bi boneya pîrozbahiya Cejna Remezanê li avahiya HDP’a Êlihê cejna gel pîroz kir. Piştî pîrozkirina cejnê Temellî bi meşê çû Şaredariya Êlihê.

Temellî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê û wiha got: “Leyla Guven di greva birçîbûnê de 200 rojî li ber xwe da. Dengê xwe ragihand tevahiya cîhanê. Bi hezaran girtî li girtîgehan li ber xwe da. Li çar hawirdorên cîhanê çalkgeran li ber xwe da û tecrîda mutleq şikandin. Me gotibû ‘Em ê tecrîdê bişikînin’ û me bi hev re şikand. Niha jî em dibêjin ’em ê faşîzmê birûxînin.’ Bawer bikin em bi hev re dikarin faşîzmê jî birûxînin. Bila deynê stuyê me be; em ê vî welatî ji vê ferasta tekparêz xelas bikin. Li vî welatî krîzeke mezin heye. Her diçe welat ber bi felaketeke mezin ve diçe. Xelasiya ji vê rewşê, mezinkirin û zeximkirina têkoşînê ye. Divê her kes bê cem hevdu, mil bi mil îtifaqa demokrasiyê xurt bike.”

Temellî, polîtîkayên hikûmetê rexne kirin û wiha got: “Dijminatiya li kurdan tê ferzkirin li Sûriyeyê bi her awayî li holê ye. Halbûkî em doza aştiyê dikin. Hem ji bo Sûriyeyê hem ji bo Tirkiyeyê em aştiyê dixwazin. Aştî ancax bi lihevkirineke civakî, bi aştiyeke birûmet û bi pêvajoya muzakereyeke demokratîk pêkan e. Guh bidin birêz Ocalan. 4 salan we guh nedayê, rewşa welat li holê ye.Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, çareserkirina prisgirêkên Tirkiyeyê ne mimkun e. Muxatabê çareserkirinê jî birêz Ocalan e.” Temellî, destnîşan kir ku rûxandina dîwarê di navbera gelan de bi têkoşînê pêkan e û bidawîkirina polîtîkayên şer wê polîtîkayên zilmê jî bi dawî bibin û wê rê li ber gelan bê vekirin.

Temellî, piştî serdana şaredariyê li otelekê bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re rûnişt. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar