Rojeke dîrokî
24’ê gulana 1999’an rojeke pir dîrokî di doza siyasî ya Kurdistanê de bû. Ji 24’ê heya 26’ê gulanê ew pêngava tije hêvî hate avêtin.
Di bin banê parlamento û kongreyê de ligel kurdan nûnerên gelek kêmneteweyên din ên etnîkî-olî jî cih girtibûn. Mamosta Îbrahîm Ehmed yekemîn kes bû ku dest bi axaftinê kir: “Kurd netewek dêrîn li ser axa xwe ne û hezaran sal e li Kurdistanê dijî. Kongereya neteweyî yê parêzvaniya ji hemû mafên nîştimanî yên kurdan bike. Ez ê girêdayî hemû biryarên KNK’ê bimînim.”
Li pey gengeşeyên berfireh di navbera çend kasayetiyên naskirî yên di qada siyaseta kurdan çalak û naskirî ji nava sê kesayetiyan anku: Dr. Nurî Talibanî û Prof. Dr. Nadir Nadirov de Prof. Dr. Ismet Şerîf Vanli bi piraniya dengan weke serokê KNK’ê hate hilbijartin. Wê rojê peyamên girîng ji hêla kesayetiyên kurd ve hatibûn dayîn. Serokê KNK’ê wê rojê peyameke kurt û pir watedar da: “Ez spas dikim ji bo hilbijartina min wekî serokê KNK’ê. Ew bo min şerefeke mezin e, îftixar e lê ez dizan im ku mesûliyetekî mezin e jî. Belkî weke hûn dibînin ez zirav im lê hûn vê yekê jî nizanim ku milên min li hemberî dijminên miletê kurd mîna keviran e. Ez li hemberî hevalên xwe dilsoz im û kesekî demokrat im, lê li hemberî dijminên miletê kurd hesin im. Ez îftixa dikim ku serokê PKK’ê serokê fexrî yê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ye. Yanî Abdulah Ocalan serokê miletetê kurd e, serokê me ye. Serokê fexrî yê KNK’ê û em bi misalên wî xwe biqûwet bikin. Ez îftixar dikim ku di nava endamên kongreyê de sê serleşkerên Kurdistanê endamên kongreyê bi me re ne. Bawer im Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê çend biryarên girîng girtin û em ê piştre bi heyeta serokatî û komîteya birêveber hemû wan biryaran cî bi cî bikin û bi taybetî jî beriya her tiştekî karê me yê yekemîn parastina serok Ocalan e. Min li hemû parçeyên Kurdistanê xizmet kiriye, ez ê ferqê deynaynim di navbera Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê de.”
Elbete di destpêkê de biryar ew bû ku mamosta Îbrahîm Ehmed weke serokê KNK’ê bê hilbijartin, lê YNK’ê daxwazeke wiha nepejirand û gef kirin ger karekî wiha bê kirin, ew ê ji Kongreyê derkevin. Sedem jî ew bû ku YNK ji aliyê Tirkiye û Îranê ve ketibû bin givaşan. Her wiha li gor gotina mamosta Î. Ehmed bixwe YNK’ê nexwestiye ku bi rê û navê wî giraniya xebata PKK’ê berfirehtir bibe.
Hinek partiyên siyasî li gor bihêzbûn û rewşa baş an jî xerab a xebat û doza kurdên Bakur carna gelek nêzî KNK’ê bûne û carna jî bi bihêzbûna hereketa azadiyê li Bakur ew hêz û rêxistin jî xwe ji KNK’ê dûr dikin. Herî zêde sala 2003’yan nûnerên hemû partiyên siyasî di bin banê KNK’ê de nêzî hev bibûn.
Di dawiya wê roja dîrokî de siysetmedarê kurd Abdurrahman Çadircî jî wiha axivî: “Gelek kes, dewlet û aliyên siyasî li dijî vê xebata me ya siyasî ji bo avakirina KNK’ê sekinîn. Dijminatiya me kirin. Heta ber deriyê vira jî hatin ku xebata me ser nekeve, lê KNK bi ked û xebata we dest pê kir û gotinên wan aliyan ku ev xebat tenê bi Partiya Karkerên Kurdistanê ve girê didan, vala derxistin. Em ê di vê xebatê de bi ser bikevin, bijî Kurdistan, bijî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê. Bila ev jî peyama me ya dawiyê ji dost û dijiminan re be.”
Salên kêmçalakî
Di sala 2003’yan de hem krîza di nav PKK’ê de û hem jî pêşketinên li Rojhilata Navîn bûn sebeb ku xebatên KNK’ê rastî bêhêziyekê bibin. Wan nekarîn bi qasî ku pêwîst be erkên xwe bigihînin encamê.
Piştî Dr. Îsmet Şerîf Vanli, Alî Yîgît wek serokê KNK’ê hat destnîşankirin. Piştre Tahîr Kemalîzade û ji sala 2012’yan û şûnde jî derbasî sîstema hevserokatiyê bû. Berê Tahîr Kemalîzade û Nilûfer Koç û piştre jî li sala 2015‘an de jî Nîlûfer Koç û Rêbwar Reşîd wek hevserok hatin hilbijartin.
Karnameya kar û xebatê
KNK ji roja damezirandinê hetanî roja me bi rêya komîsyonên xwe ji bo yekitiya neteweyî û çareserkirina pirsgirêkên kurdan ên navxweyî kar û xebatên dîrokî dane meşandin. Li gelek deveran kongre û şêwir lidarxistin. Gelek biryarên girîng girtin. Di heman demê de gelek hêviyên mezin di nav civaka kurdan de ji bo hevgirtin û biyekbûnê afirandin. Ew pêngav li gor hinek siyasetmedarên girêdayî aliyên siyasî bi daxwaz û pêşniyara PKK‘ê hate avêtin, lê ger wiha jî be ma wê pêngavê xizmeta doza Kurdistanê nekir! Gelo nabe kesên wiha lêkolîneke bêalî jî li ser beşdarnebûna partiyên ku xwe kurdistanî dihesibînin, bikin? Ger PKK‘ê xebateke wiha da meşandin, ma sûce yan xizmet e?
Bi her awayî ez di wê baweriyê de me ku tevî rexne û analîzên li ser karê KNK‘ê lê dîrokî yê vê xebata ji bo hevgirtin û çaresekirina pirsgirêka kurd ji bîr neke.
Bi kurtî em dikarin karname an jî hinek xebatên vê saziya kurdistanî wiha bi rêz bikin:
- Sala 2006’an 15’ê gulanê weke roja Cejna Zimanê Kurdî hate îlankirin.
- Sala 2007’an çêkirina komîsyonekê ji bo amadekariyên Kongreya Neteweyî ya Jinan.
- Sala 2008’an erêkirina danezana stratejiya yekitiya neteweyî. Her wiha li welatê Almanya avakirina yekemîn Şêwra Xebatên Jinan a Yekitiya Neteweyî.
- Sala 2009’an; ji 13’yê heya 15’ê gulanê ji bo yekemîn car Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin.
- 16’ê adara 2011’an li Parlementoya Ewropayê yekemîn Konferenasa Tevkujiya Helepçeyê hate lidarxistin.
- Di 30‘ê çileya 2012‘an de li Almanyayê Konferansa Medyaya Kurdî hate lidarxistin.
- Sala 2013‘an li ser banga Rêber Apo ji bo avakirina kongreya neteweyî ya kurd li başûrê Kurdistanê xebat hatin destpêkirin û KNK‘ê jî ji vê yekê re pêşengî kir. KNK‘ê di heman salê de derbasî sîstema hevserokatiyê bû.
- Sala 2014‘an KNK‘ê xebatên xwe yên ji bo rojavayê Kurdistanê ji bajarê Qamîşlo dane destpêkirin. Her wiha di wê salê de komîteya dîplomasiya hevpar a li ser rewşa Kobanê û Şengalê hate avakirin. Bi wê meremê di roja 3´yê mijdarê de li parlementoya Ewropayê de Konferansa Kobanê hate lidarxistin.
- Roja 4‘ê hezîrana sala 2015‘an Konferansa Krîza Rojhilata Navîn-Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li parlamentoya Ewropayê hate lidarxistin.
- Di 2‘yê gulana 2016‘an de konferansa kurdên Feylî li Parlamentoya Ewropayê pêk hat. Her wiha di 23-24‘ê îlonê de li başûrê Kurdistanê yekemîn Şêwra Başûr li bajarê Kerkûkê pêk hat.
Di sala 2017an da jî xebatên jêr gihîştin encamê:
- Li Stockholmê di 16-17‘ê îlonê de lidarxistin Şêwra Rojhilatê Kurdistanê
- Li Helepçeyê di 20-21 nîsanê de Konferansa Nasandina Çanda Hewreman
- Li Parlamonteya Ewropê di 27‘ê nîsanê Konferansa Kurdên Anatoliya Navîn
- Li Parlamentoya Ewropayê di 27‘ê nîsanê de duyemîn Konferansa Kurdên Feylî
- Di 7‘ê hezîranê da Konferansa Komkujiya Mereşê di Parlementoya Ewropayê de
- 16-17‘ê tîrmehê li Silêmaniyê Şêwra Yekitiya Neteweyî ya Kurd
- 1-2‘ê cotmehê Şêwira Rojava ya Yekitiya Neteweyî ya Kurd
- 27‘ê kanûnê li Moskova Şêwra Yekitiya Neteweyî ya Kurd
- Di 28‘ê hezîrana 2018’an de li dijî dagîrkirina Efrînê çêkirina konferansekê di Parlementoya Ewropayê de
- Di 10‘ê kanûnê de civînên hevpar bi partiyên kurdan yên rojavayê Kurdistanê re
- Di adara 2019‘an de Konferansa Bîr û Ramanên Ocalan li Zanîngeha Azad a Brukselê hate lidarxistin.
Daxwaz, kêmasî û rexneyên ji xebata KNK‘ê
Di şert û mercên destpêka sedsala 21‘an de bi îlankirina KNK‘ê bi serê xwe serfiraziya herî mezin bû. Tevî bendewariyên bêdawî lê divê ew destkeftên wiha kêm neyên dîtin û nirxandin. Gelek derengmayîna avabûna KNK‘ê dîsa jî ev gotina pêşiyan bi bîra me dianî: “Zirar ji nîvê jî vegere, dîsa xerab nîne.” Ji yekemîn rûniştina ji bo îlankirinê pirsa yekemîn a ragihandikaran ev bû: çima hinek rêxistinên siyasî ên mezin amade nîn in. YNK, PDK-Iraq, PDK-Îran û hwd. Salên piştre ji anîna nava karê KNK’ê hewldan hebûn an ne?
– Xemsariya di avakirina lobiyeke ji kurdan re ku xwedî rolekî gelek alî be.
– Di yekxistina îradeyeke neteweyî û rêxistina civaka Kurdistanê de heya niha KNK’ê çiqas kar kiriye?
– Belkî di bidawîhatina şerê navxweyî de KNK’ê dîplomasiyeke baş a navxweyî bikira, îro partiyên siyasî neçar diman ku karê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê berfirehtir bikin.
– Di pêvajoyên 20 salên derbasbûyî ên temenê xwe de KNK’ê nekarî di rewşên herî hesas de hişyariyê bide wan partiyên siyasî ku li dijî bizava perçeyeke Kurdistanê destê hevkariyê didin dagîrkerekî welatê xwe. Gelo KNK xwedî wê hêza siyasî nebû û nîne ku li dijî wan aliyan givaşê bixe serê wan?
– Di karê dîplomasiya derve de KNK’ê çiqas biserkeftî bûye ku pirsa kurd di nava siyaseta welatên cihanê de bide nasandin?
– Li hemberî zilm û zordariya dewleta dagîrker a Îranê çima hinek caran KNK xwedî helwest û bangeke zelal û dema xwe nebûye?
– Gelo li gor daxwazên doza miletekî 50 milyonî KNK’ê dikarî di qada siyasetê de kadroyên xwe yên vê qadê perwerde bike?
– Çima ji sala 1999’an û pêde kovar, bulten an jî malpereke KNK’ê bi rêk û pêk nebûye xwedî ka çalakî, nêrîn û xebatên wê saziya kurdistanî? Ma nabe ku saziyeke wiha kurdistanî helwest û karên xwe bi awayê rojane raxe ber çavê raya giştî ya kurd û biyanî.
Û daxwazek: Gelo rojekê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dê bikarîbe hemû hêzên siyasî, sazî û partiyên Kurdistanê bîne ba hev?
û …hwd
Ev nivîs ji bo 20’emîn salroja damezrandina KNK’ê hatiye nivîsîn û bi hêvî me ku ji vir û şûnde yê di her alî de pêngavên mezin ji bo doza rewa ya kurd hilînin. (Dawî)
Jêder û çavkanî:
- Arşîva Med TV a sala 1999’an ku her sê rojên kar û xebata KNK’ê weke dîmen tomar kirine.
- Nêrîn û şiroveyên rêzdar Zubeyir Aydar û Nîlufer Koç
- Axaftin, wêne û gotinên ji zimanê kesayetiyên kurd hatine wergirtin û nivîsîn, hatine guhdarkirin û li vir weke xwe hatine nivîsandin.
- Hinek zanyariyên taybetî û piştperdeyê yên ji bo amadekariyên avakirina KNK’ê ku rêzdar Abdurrahman Çadircî dane min.
- Spas ji bo hinek kurtezaniyariyên Faruk Sakik.