PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Amerîka dê perwerdehiya F-35’an nede pîlotên tirk

Li gorî ajansa Reutersê Amerîka ji ber rageşiya bi Tirkiyeyê ya li ser pergala berevaniya moşekî ya S-400’an dê perwerdehiya F-35’an nede pîlotên tirk

Krîzên siyasî ya li navbera Amerîka û Tirkiyeyê her diçe dijwartir dibe. Li gorî nûçeya ajansa Reutersê ku nûçeya xwe sparte ser du rayedarên hikûmeta amerîkî dê perwerdehiya F-35’an nedin pîlotên tirk ku plana wê hatibû girêdan ku pîlotên tirk werin baregeha leşkerî ya li Arzîzonayê.

Rayedaran diyar kirin ev biryara ku hatiye standin, pîlotên tirk ku halê hazir li Baregeha Hêza Hewayî ya Luke ya li Arîzonayê perwerdehiyê dibîne, venahewîne navxwe.

Wezareta Berevaniyê ya DYE’yê heta vê gavê têkildarî nûçeya ku perwerdehiya pîlotên tirk hatiye rawestandin tu şîrove nekiriye.

DYE’yê beriya niha dengê xwe li Tirkiyeyê kiribû û gotibû heke Tirkiye ji Rûsyayê pergala berevaniya hewayî ya S-400’an bistîne dibe ku li ser Tirkiyeyê bijdînin.

Wekîlê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Patrîc Shanahan hefta bihurî axivî û got ku fikra wan a li ser standina S-400’an a Tirkiyeyê neguheriye û diyar kiribû ku heke Enqere vê planê bi cih bîne divê balafirên şer ên F-35 nestîne.

Tu tevdîr fikarên me kêm nake

Li gorî malpereke înternetê ya radyoya Dengê Amerîkayê dîrektorê sereke yê ji polîtîkaya Ewropa û NATO’yê ya Wezareta Berevaniyê berpirs Andrew Wînternîtz jî têkilî S-400’an di civîna kovara Foreîgn Polîcy de, li ser Berevaniya Ewropa axivî û diyar kir ku tu tevdîrek fikara wan a li ser vê mijarê kêm nake.

Rayedarên Amerîka û Tirkiyeyê hefta borî piştî axaftina bi telefonê ya Serokê DYE’yê Donald Trûmp û Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan, diyar kiribûn ku du rêveber li ser avakirina koma xebatê li hev kirine.

Wînternîtz diyar kir ku heke Tirkiye S-400’an bistîne ev ji bo Amerîkayê rîskeke wiha ye qebûlkirina vê nabe.

Di civînê de ji Wînternîtz hate pirsîn ku tê payîn Tirkiye di meha hezîranê de S-400’an bistîne û di rewşeke wiha de ji bo ku bernameya F-35’an a Tirkiyeyê were sekinandin Washîngton dê çi bike. Têkildarî vê pirsî Wînternîtz wiha bersiv da: “Em ê binêrin bê ka wê çi bibe û li gorî vê biryarekê bidin. Ez naxwazim li ser mijara bê ka em ê çi bikin li ser rawêjan biaxivin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar