Piştî 8 salan di 2’ê gulanê de parêzeran bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn. Piştî bîst rojan di 22’ê gulanê parêzeran careke din bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn. Bêguman ev hevdîtin ji her alî ve hêjayî nirxandinê ne. Beriya her tiştî di vir de ya girîng ew e ku ev hevdîtin di encama berxwedanê de pêk hat. Di encama berxwedanê de polîtîkayên tecrîda teqez û giran derizîne. Ji ber vê yekê e serkeftin û deskeftiyeke siyasî ye.
Her çiqas berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bi serkeftinê bi encam bibe jî tecrîda teqez a li ser Rêber Apo dewam dike. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê dixwazin bandora derba xwe xwarine kêm bikin û vê yekê veguhezînin deskeftiyan. Piştî hevdîtina parêzeran her çiqas malbatan bi boneya cejnê hevdîtin pêk anîbin jî ev rastî naguhere. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê piştî herdu hevdîtinên parêzaran a bi Rêber Apo re polîtîkayên xwe hinekî guhertin.
Parêzeran bi Rêber Apo re di 2’ê gulanê de hevdîtin pêk anîn û encama hevdîtinê di 6’ê gulanê de hat aşkerakirin. Bêguman daxuyaniya parêzeran bandor li raya giştî ya welat û derveyî welat kir. Di 7’ê mijdarê de ji aliyê hevseroka KCD’ê Leyla Guven çalakiya grevê hat destpêkirin û piştre girtiyan ji doza PKK û PAJK’ê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger veguzandina rojiya mirinê û bandora çalakiyê di encama daxuyaniya parêzeran de derket holê. Ji ber vê yekê bala hemû kesî li ser vê daxuyaniyê bû.
Ligel van rastiyan dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo berjewendiyên xwe rojev guherandin. Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) encamên hilbijartina Stenbolê ku berê ragihandibû betal kir û ragihand ku dê hilbijartina rêveberiyên herêmî ya Stenbolê jinûve pêk were. Piştî van daxuyaniyan rojev guherî, guhê gelek kesan li ser hevdîtina Rêber Apo û parêzeran bû û piştî biryara YSK’ê hilbijartina Stenbolê bû rojev. Bêguman hevdîtina Rêber Apo ya bi pêzeran bi qasî biryara YSK’ê girîng bû. Wan rojan berxweda grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger dewam dikir û bi van ve jî sînordar nebû. Heta mirov dikare bibêje ku rojevên esasî yên Tirkiyeyê bûn û van xûsûsên bingehîn qeder diyar dikir. Lê destur nedan û ev daxuyanî xistin plana duyemîn. Tiştên ku piştî hevdîtina Rêber Apo û parêzeran qewimîn ji vê cudatir nebû.
Rêber Apo di 22’ê gulanê de dîsa bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî û encamên hevdîtinê di 26’ê gulanê de hat ragihandin. Piştî vê daxuyaniya berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven hat destpêkirin dema ku 7 meh li pey xwe dihişt bi encam bû. Berxwedan belasebep û bêencam bi dawî nebû. Li ser banga Rêber Apo biryareke wiha hat girtin. Deskeftiyên giring hatin bi destxistin. Bêguman encamên ku hatin bi destxistin bandorên mezin li civakê kir. Di heman demê de derbên giran li polîtîkayên tecrîda teqez a ji aliyê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ve dihat rêvebirin xist.
Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê nêzîkatiya ku piştî hevdîtina 2’ê gulanê nîşan dan piştî hevdîtina 22’ê gulanê heman nêzîkatî dubare kirin. Di 26’ê gulanê de parêzeran ragihandin ku bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîne û berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bi encam bûye û heman rojê êrîşî Xakûrkê kirin û hewldanên dagirkeriyê dan destpêkirin. Bi vî rengî dîsa rojev guherandin.
Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê piştî ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê de û li hemberî berxwedana grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger jî têk çûn. Bandora vê têkçûnê pir giran bû û ne tenê li Kurdistanê li Tirkiyeyê jî bandor li îktidarê kir. Jinûve lidarxistina hilbijartinên Stenbolê yên 23’ê hezîranê rastî bêtir hat dîtin. Ev darbeya herî giran bû ku li dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê hat xistin e.
Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê aqûbeta ku were serê wan dîtin. Ji ber vê yekê ye ku li gorî berjewendiyên xwe rojevê diyar dikin. Li şûna deskeftiyên berxwedanê, êrîşên li hemberî Xakûrkê anîn rojevê û dixwazin bi van êrîşan polîtîkayên xwe diyar bikin.
Piştî hevdîtina bi Rêber Apo re tiştên ku diqewimin tesaduf nîn in, stratejî û polîtikayên şerê taybet in. Dema dewleta TC’ê tengav bibe serî li van rêbazan dide. Hewl dide têkçûn û derbên ku xwariye bi van taktîkan vala derxe û xwe wekî serkeftî nîşan bide.
Ya girîng ew e ku mirov di ferqa van rastiyan de be. Ji ber van geşedanan mirov di nirxandinên xwe de nikare hevdîtinên Rêber Apo yên bi parêzer û malbatê re wekî hewayeke baş bibîne û bikeve nav hêviyan. Nemaze jî di demeke ku li ser Rêber Apo tecrîda teqez dewam dike de mirov nekeve nav bendewariyên cûda.
Hê jî tenduristî, ewlehî û azadiya Rêber Apo wekî pirsgirêkeke neçareserkirî li holê ye. Heta ev pirsgirêk neyê çareserkirin divê polîtîka û nêzîkatiyên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê wekî stratejiya şerê taybet bên destgirtin.