Balafirên şer ên dewleta tirk çoltara gundê Lîcokê yê Lice ya Amedê bombebaran kir. Hat zanîn ku piştî bomebaranê li herêmê operasyona leşkerî dest pê kir
Balafirên artêşa tirk çoltarê gundê Lîcokê yê navçeya Lice ya Amedê bombebaran kir. Têkildarî mijarê şêniyên herêmê agahî dan û destnîşan kirin ku balafirên artêşa tirk şevê din di saetên dereng de çoltara gund bomebebaran kiriye.
Di berdewamê de jî welatiyan destnîşan kir ku piştî bombebaranê, helîkopterên atak li ser herêmê gule reşandine û piştre jî bi helîkopterên skorsky yekîneyên taybet sewqî herêmê hatine kirin. Welatiyan diyar kir ku der barê encamên operasyonê de xwedî tu agahî nînin û nizanin bê ka pevçûn derketine yan na.
Şêniyan ragihand ku operasyona leşkerî hîn didome. AMED