Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Rojnamegeran Hafiz Akdemîr bibîr anîn

Rojnameger û xizmên rojnameger Hafîz Akdemîr ê 27 sal berê li Sûrê hat kuştin bibîr anîn. Di axaftinên bîranînê de hat gotin tevî ku 27 sal derbas bûn jî ne kujer û ne jî edalet li holê heye lê îro bi dehan rojnameger girtî ne

Endamên Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA), nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin Hafiz Akdemîr ê di 8’ê Hezîrana 1992’an de li kolanek navçeya Sûrê ya Amedê dema ji malê diçû buroya rojnameyê ji aliyê hêzên nediyar ve hat kuştin bibîr anîn. Bîranîn li kolana ku navê Hafiz Akdemîr lê hat kirin pêk hat. Malbat û rojnameger beşdarî bîranînê bûn. Di şexsê Akdemîr de ji bo hemû cangoriyên çapemeniya azad rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê Berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan axivî û di şexsê Hafiz Akdemîr de hemû xebatkarên çapemeniya azad ên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. Boltan anî ziman ku rojnamegerên çapemeniya azad ên wê demê ku rastiya dewletê aşkere dikirin û rastiyê derdixistin holê ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatin kuştin û li gel ku li kujeran ceza hat birîn jî serbest hatin berdan û dest û milê xwe dihejînin û serbest digerin. Boltan got ên ku Hafiz Akdemîr qetil kirin hevalên dewletê bûn û heke kujer bên girtin û darizandin dê li Tirkiyeyê aştî û azadî pêk were.

Boltan bal kişand ser rewşa rojnamegerên girtî jî û xwest rojnamegerên girtî yên ji ber karên xwe rojnamegeriyê hatine girtin demildest bên berdan. Boltan da zanîn ku ew ê dev ji têkoşîna hevalên xwe rojnameger bernedin û çi dibe bila bibe dê li ser rêya heqîqetê şopa xwe dewam bikin.

’27 sal derbas bû, ne kujer û ne jî edalet li holê tune ye’

Piştî Boltan, xwarziyê Hafiz Akdemîr rojnameger Veysî Polat ku dema xalê wî tê kuştinê şahidiya bûyerê dike jî axivî û wiha got: “Em ji bo bîranîna rojnamegerek li ser vê axê berê 27 salan hat qetilkirin li vir in. Me wek malbatê cihê xalê min negirt. Di darbeya sala 1980’î de xalê min ê mezin birayê mezin ê Hafiz jî hat kuştin. Hêj gora wî nediyar e. Pişt re birayê herî biçûk Hafiz hat kuştin. Ji bo malbatê gelek zor bû. Ji wê rojê heta niha sê nav hene. Yek dibêje min pê li tetikê kir. Yê din dibêje min çavdêriyê kiriye û yê din jî dibêje min ferman daye. Her sê jî li holê tune ne. 27 sal e ji dadgehê ji bo malbata Hafiz teblîgadek nehatiye şandin. Ji bo me tu girîngiya biryara dadgehê jî nîne. Ji ber ku kujer jî, kesên biryar dane jî û zîhniyeta îro xwedî heman ferasetê ne. Dema cenazeyê xalê min li morgê bû revandin û bêyî me li Goristana Deriyê Mêrdînê veşartin. Pişt re me cenaze bir cihê ku Hafiz lê ji dayik bûye veşart. Lê me li wir jî cenaze di bin zexta çekan de bi kefenê xwîn veşart. Ya girîng ji bo me ew e ku Hafiz li ser dilê axa Sîsê veşartiye û razayî ye. Ez di şexsê Hafiz de hemû şehîdên çapemeniyê bibîr tînim.”

Piştî axaftinan rojnameger û malbatê qurnefil û wêneyê Akdemîr danîn cihê lê hatibû kuştin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar