PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

’38 sal in êşa me qet kêm nebûye’

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan li Senbol, Amed û Êlihê ji bo winda bên dîtin û kiryar bên darizandin çalakiyên xwe yên heftane pêk anî

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 741’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê ya Stenbolê bên gel hev. Polîsan carek din dayikan asteng kir û li ser vê yekê dayikan çalakiya xwe li ber avahiya Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê li dar xist.

Di çalakiya vê hefteyê de Dayikên Şemiyê li aqûbeta Veysel Guney ê di 28’ê kanûna 1980’an de ku li Dîlokê hat binçavkirin û pişt re bi darve kirin û winda kirin pirsî.

Daxuyaniya vê hefteyê keça Huseyîn Taşkaya yê di sala 1993’yan de li Siwêrega Rihayê hat windakirin, Serpîl Taşkaya xwend. Taşkaya diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP’ê li Tirkiyeyê hiqûq û demokrasî nemaye û kesên li dijî polîtîkaya AKP’ê îtîraz dikin jî wan ji her tiştî mehrûm dikin. Taşkaya anî ziman ku Dayikên Şemiyê 42 hefte ne ji ber polîtîkayên qedexekar ên îktîdarê nikarin li Qada Galatasarayê kom bibin û wiha got: “Li Tirkiyeyê her çiqas îktîdar biguherin jî lê feraste heman feraset e. Ev 741 hefte ne li dijî vê pergalê em dixwazin kujer bên darizandin û winda bên dîtin.”

‘Em dixwazin cejnên xwe bi kêfxweşî pêşwazî bikin’

Dayika Murat Yildiz ê di 23’yê sibata 1995’an de di binçavan de hat windakirin Hanîfe Yildzi jî ev tişt anî ziman: “Ez cejna hemû beşdarvanan pîroz dikim. Cejn tên û derbas dibin, lê em xemgîn in. Her kes kêf û şahî dike lê yê me çavê me li rêya ne, em di şînê de ne û êşa me dubare dibe. Bi salan e em li bendê ne ku cejnên xwe bi kêfxweşî pîroz bikin. Lê mixabin ev yek pêk nayê.”

38 sal e êşa wan kêm nebûye

Her wiha apê Veysel Guney, Dogan Guney jî diyar kir ku biraziyê wî 38 sal berê ji aliyê dewletê ve hat bidarvekirin û windakirin û wiha got: “Dewletê me muhtacî gorekê kiriye. Ev 38 sal in êşa me qet kêm nebûye. Em dixwazin hemû kujer li ber edaletê hesab bidin.”

Xizmên windayan daxwazên xwe dubare kirin

Li Amedê xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li avahiya ÎHD’ê ya Amedê di hefteya 539’an de çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ berdewam kirin. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Îsa Efe yê di 7’ê tîrmeha 1996’an de li gundê Meşkîna yê Dêrika Mêrdînê hat windakirin, hat pirsîn.

Di çalakiyê de rêveberê ÎHD’ê û endamê Komîsyona Windayan Adnan Orhan axivî û diyar kir ku Walîtiya Amedê 40 hefte ye destûr nade wan ku çalakiya xwe li Parka Koşuyolu li dar bixin û helwesta keyfî û biryara walîtiyê ya qedexeya parkê şermezar kir.

Orhan destnîşan kir ku demek dirêj e xizmên windayan daxwazên xwe tînin ziman û ev tişt anî ziman: “Lê li gel van daxwazan heta niha sazî û rayedarên eleqeder bersîv nedane malbatan û tu gavên ji bo aqûbeta windayan ronî bibe nehatiye avêtin.Tu gorên ku dayik di cejnê de biçin ziyaret bikin û duayan li ser bixwînin tune ye. Kesên daxwazên dayikan nebînin û nebihîzin ker û kor û lal in. Divê êdî rayedar guh bidin daxwazên dayik û xizmên windayan. Li gel ku heta niha gelek belge hatine ditin jî derbarê aqûbeta windayan de tu gav nehatiye avêtin ku kujer nehatine darizandin. Hem hikûmet û hem jî daraz naxwaze gavan biavêje. Gelek dosya rakirine nava refên bi doz. Bi wesîleya cejnê em bang dikin ku guh bidin daxwazên dayikan. Heta hûn bersiv nedin daxwazên dayikan tu cejn bi xweşî derbas nabe. Dayik bi salan e li gorên zarokên xwe yên winda digerin.”

Cejn ji bo me şîn e

Li Êlihê jî xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê di hefteya 445’an de li avahiya ÎHD’ê çalakiya xwe berdewam kirin û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyê de Rêberê ÎHD’ê yê Êlihê Mesut Aydin diyar kir ku ji ber aqûbeta xizmên xwe yên winda fêr nabin cejn ji bo wan şîn e û wiha got: “Cejn, ji bo me roja ku em li ser gorên xizmên xwe hesir bibarînin û êşa xwe kem bikin. Cejn ji bo me hêrsa ku em bê dayik, bê bav û bê zarok hiştine. Cejn ji bo me şîn e.” AMED/ÊLIH/STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar