Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Li gorî tê xwestin alîkariya êzidiyan nayê kirin

Li Şengalê 22 rêxistin di bin navê alîkariya mirovî de li Şengalê kar dikin. Rêveberiya nehya Sinûnê got ku wek tê xwestin ev rêxistin kar nakin û hinek ji van rêxistinan ne li gor fikrê êzidiyan tev digerin

Di 3 Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşê xelkê êzidî kir û komkujiyek mezin pêk anîn. Piştî êrîşê çeteyan bi hezaran êzidî revandin û qetil kirin. Ewqas jî neçarman penaber bibin.

Piştî ku Şengal ji çeteyên DAIŞ hate rizgar kirin, gelek rêxistin di bin navê alîkariyê de berê xwe dan Şengalê. Her ku diçe hejmara van rêxistinên alîkariya mirovî dibin zêde dibe. Tenê li nava Şengal û derdora wê, 22 rêxistin di bin navê alîkariya ji bo Şengalê de kar dikin. 800 endamên van rêxistinan hene.

Rêveberê navçeya Sinûnê Xwedêda Çûkê li ser hebûna van rêxistinan ji RojNews re axivî. Xwedêda got ku gelek rêxistin hene dibin navê alîkariyê de li Şengalê ne, lê ne li gorî fikrê civaka êzidî kar dikin û wiha pêde çû; “Ev rêxistin dibin navê alîkariyê de hinek cihan pere dixwazin û karê xwe li Şengalê dewam dikin. Armanca hinek ji  van rêxistinan ew e ku pereyê xwe û endamên xwe peyda bikine. Mafê gelê meye ku gazindan ji van rêxistinane bikin. Ji ber ku hemû rêxistin ne li gor xwestek û fikrê me kar dikin. Her meh carek hemû rêxistin kom dibin û em bi hevre civînê çêdikin. Her rêxistinek bernameya xwe ya kar diyar dike, lê em weke rêveberiya navçeyê nikarin tevlî karê wan bibin.

Xwedê da di dewamê de got, “Dema ku em ji wan re dibêjin hun ne li gorî civaka me kar dikin, yanjî daxwaza guherînê di karên wan dikin, wê ji Şengalê biçin. Em jî naxwazin rêya rêxistinan ji Şengalê qût bibe. Ji ber ku pêdiviya gelê me bi alîkariyê heye. Bê guman gelek rêxistin hene divê em mafê wan jî nexwin, ji ber ji despêka fermanê ve xizmetek mezin ji Şengalê re kirine. Di nava mehên derbazbûyî de, gelek alîkarî li xelkê Xanesor û Serdeştê hate belav kirin. Ev xizmetek baş bû. Di aliyê tendirustiyê de jî rêxistin karên baş dikin.”

Hêjayê gotinê ye li serdeşta çiyayê Şengalê, zêdetirî 2 hezar û 300 malbat di kondan de jiyan dikin. Xelkê di nava konan de li benda alîkariyê ne. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar