PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Bayik: Berxwedana grevên birçîbûnê AKP li hemû cîhanê teşhîr kir

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik da zanîn ku berxwedana greva birçîbûnê hem li hundir û hem jî derve zextekî mezin li ser AKP’ê çêkiriye û neçar hiştiye ku gav biavêje. Bayik daxuyand ku grevên birçîbûnê li hemû cîhanê AKP teşhîr kiriye. Bayik diyar kir ku grevên birçîbûnê di nava kurdan de rê li ber hêrseke mezin vekiriye û di nava 17 salan de têkçûna herî mezin bi AKP’ê daye jiyîn

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik der barê hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, hilbijartina Stenbolê û pêngava ‘Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ de pirsên ANF’ê bersivandin. Bayik da zanîn ku armanca wan a bingehîn, hilweşandina faşîzmê ye.

Bayik di serî de de bal kişand ser grevên birçîbûnê û got ku çalakî li welat û derveyî welat bi tevlêbûna gelek kesan berfireh bû. Bayik diyar kir ku di nav de CHP jî gelek hêzên demokrat ên li Tirkiye û cîhanê daxuyanî dan, dayikên laçik spî li ber deriyên zindanan li ber xwe dan û vê yekê jî AKP neçar kir ku gavekî biavêje. Bayik bi lêv kir ku her çiqas desthilatî çi nirxekî nede mirovan jî, ji tirsa ku dê di cîhanê de teşhîr bibe gav avêt. Bayik axaftina xwe wiha domand: “Ji xwe desthilatdariya AKP’ê di nava 4-5 salan de li Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê pir teşhîr bûye. Her kes dizane ku demokrat nînin û dîktatoriya şexsekî ya Tayyîp Erdogan serdest e. Grevên birçîbûnê rê li ber hêrseke mezin a gelê kurd vekir. Encama vê hêrsê ya yekemîn jî di hilbijartinên 31’ê adarê de bi AKP’ê da windakirin.”

‘Tecrîd êdî mîna berê nikare bê domandin’

Di berdewamê de jî Bayik destnîşan kir ku bajarên ku kurd lê zêde ne, gelemperî bajarên ku rewşa siyasî, civakî, aborî û çandî ya Tirkiyeyê diyar dikin in û ev nirxandin kir: “Di hilbijartinên dawî de AKP’ê lê winda kir. Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya, Edene, Mersîn çend ji van bajaranin. Yên ku li van deveran nebin hêza yekemîn, nikarin bibin desthilatdar. An jî ji desthilatdariyê dikevin. Partiyên li wan deveran neyên hilbijartin, nikarin Tirkiyeyê bi rê ve bibin. Lewma li van bajaran kurdan hêza xwe bi rengekî vekirî nîşan dan. Helwesta kurdan kir ku desthilatdariya AKP’ê di nava 17 salan de têkçûna herî mezin bibîne. AKP’ê yekemcar metirsiya windakirina desthilatdariyê dît, ji nêz ve ev yek hîs kir. Bi destûrdayîna hevdîtinên bi Rêber Apo re xwest ku ji bo nermkirina helwesta kurdan gavekî biavêje. Tecrîd bi temamî nehatibe bidawîkirin jî atmosfera ku bi vê berxwedanê derkete holê nîşan da ku rewabûnekî hiqûqî ya tecrîdê nîne. Wan bi xwe jî ev yek got. Ev jî nîşan dide ku zemînê domandina tecrîdê lawaz bûye û êdî mîna berê nikarin bidomînin.”

Hilbijartina Stenbolê

Bayik destnîşan kir ku vekirina deriyên Îmraliyê bûye gaveke girîng û ev nirxandin kir: “Bi giştî nebe jî, bersiv ji daxwaza berxwedêran re hatiye dayin. Hikûmetê xwest bi vê gavê zexta hem li hundir û hem jî derve ya li ser xwe sivik bike. Di vê demê de CPT jî çû Îmraliyê.  Dibe ku hikûmet bi van hevdîtinan bixwaze helwesta kurdan nerm bike. Lê belê hevdîtinên ku pêk hatin tu eleqeya xwe bi hilbijartinên Stenbolê re nîne. Ji aliyê Rêber Apo ve tu eleqeya xwe bi hilbijartinê re nîne. Encameke ku bi têkoşînê derketiye holê ye.”

Polîtîkaya dewleta tirk a derve

Di berdewamê de jî Bayik daxuyand ku hikûmet bi polîtîka û nêzikatiyên xwe yên aborî û dîplomatîk re bi gelek hevalbendên xwe yên weke DYA, Fransa, YE, welatên ereban û hwd. re pirsgirêkan dijî û wiha derbirî: “Polîtîkaya wan a derve xitimiye. Hewl dide bi Rûsyayê re xwe ji vê tengasiyê xelas bike. Dibe ku ji bo demekî kin ev têkilî kêrî tiştekî bê lê dê encamên wê giran bin. Ji ber ku dewleta tirk ev sed sal in bi piştgiriya welatên Ewropayê û NATO’yê kurdan qirk dike. Bi vê piştgiriyê jî vê polîtîkayê didomîne. Ger ev piştgirî bi dawî bibe, Tirkiye ne tenê li nava Tirkiyeyê, dê li Rojhilata Navîn jî bikeve nava rewşeke zehmet. Têkoşîna me hişt ku ev desthilatdarî hîn bêhtir teşhîr bibe.”

‘Îtîbara kurdan li cîhanê zêde bû’

Cemîl Bayik bi lêv kir ku bi têkbirina DAIŞ’ê re îtîbara kurdan a li cîhanê zêde bû û wiha got: “Hesreta azadî û demokrasiyê ya kurdan ji her demê bêhtir êdî li her deverê meşrû tê dîtin. Di rewşeke wiha de şerekî li dijî kurdan dê AKP’ê lawaztir bike. Polîtîkaya dewleta tirk a li dijî kurdan zorê dide polîtîkayên hevalbendên wê yên li Rojhilata Navîn. Bi vê sedemê, hêzên nanveteweyî-YE, DYA û Îngilistan jî di nav de, yên hewl didin li herêmê bi bandor bibin, dibe ku bixwazin şerê di navbera dewleta tirk û kurdan de nerm bikin. Şerê di navbera kurdan û tirkan de zorê dide polîtîkayên wan. Mînaka vê ya berbiçav jî Sûriye ye.”

‘Berxwedaneke pir mezin bû’

Herî dawî jî Cemîl Bayik ev tişt anî ziman: “Kurd di berxwedana greva birçîbûnê de li dijî dewleta tirk, desthilatdariya AKP’ê gelekî bi hêrs bûn. Lewma em nizanin ku hin hêzên şerekî wiha weke rewşeke zehmet ji bo polîtîkayên wan ên li Rojhilata Navîn dibînin, şîret li Tirkiyeyê kiribin an na. Ev spekulasyon e. Pêkhatina hevdîtina parêzeran bi Rêbertî re encama berxwedana mezin e. Berxwedan bi rastî jî gelekî mezin û bi bandor bû. Ger hinekî din jî bidomiya dibe ku desthilatdariya AKP’ê bi temamî hilweşandibûya. Hêrsa li nava civakê zêde dibû. Ji bo hêrsa li nava civakê rê li ber teqînekê veneke dibe ku gaveke wiha avêtibin. Di heman demê de teşhîrbûna wan a li cîhanê, her wiha zexta raya giştî ya derve bi bandor bû ku hikumeta AKP’ê gaveke wiha biavêje.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar