Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Destûr nedan Rojnews merasîma sondxwarina Barzanî bişopîne

Nêçîrvan Barzanî dê sibe li Hewlêrê bi merasîmekê weke serokê Herêma Federal a Kurdistanê sond bixwe, lê di nava tevahiya ragihandina başûrê Kurdistanê tenê rê nehate dayîn ku ajansa nûçeyan a Rojnewsê merasîmê bişopîne

Li Salona Seîd Ebdullah a Hewlêrê dê Nêçîrvan Barzanî sibê weke serokê Herêma Federal a Kurdistanê sond bixwe û dest bi kar bike. Ji bo şopandina merasîmê rojnameger destûrê ji ragihandina Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê werdigirin.

Lê di nava ragihandina başûrê Kurdistanê tenê rê nehate dayin ku ajansa nûçeyan a Rojnewsê merasîmê bişopîne. Ji bo wergirtina destûrê Rojnews 2 roj in li gel berpirsên ragihandina parlamentoyê Tariq Cebar û Saman Mihemed di nava peywendiyan de ye. Lê bi hînceta ku ‘Cih qelebalixe’ weke ku tenê wê tîma Rojnewsê wê qelebaxiyê çêbike, destûr nehate dayin.

Rojnews hemû belgeyên fermî radestî Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê kir û ji berî niha destûr dihate dayîn ku rûniştina parlamentoyê bişopîne. Lê, her civin û merasîma ku berpirsên dewleta tirk tê de amade bin,  rê nayê dayîn Rojnews bişopîne. Lewma dibe ku Nêçîrvan Barzanî ji bo kêfxweşkirina rayedarên tirk ferman dabe ku rê neyê dayîn Rojnews merasîmê bişopîne.

Li gorî agahiyan, sibe wê konsolê Tirkiyeyê yê Hewlêrê û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu beşdarî merasîmê bibin. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar