PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cîhanê çavên xwe ji zilma li Efrînê girtiye

Sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta tirk ku li Efrînê li dijî şêniyên wê pêk tîne, berdewamin. Hêzên dagirker di vê mehê de jî gelek efrînî revandin, gelek jê qetil kirin, daristanên Efrînê şewitandin û gelek binpêkirinên din kirin. Tevî hemû bangawaziyan jî hemû cîhanê çavên xwe li vê zilmê girtiye

Zilm û zordariya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê ya li Efrînê ya li dijî şêniyên Efrînê bênavber didome. Hêzên dagirkeriyê li hêlekê bênavber welatiyan bi darê zorê koçber dikin û di çarçoveya polîtîkaya guherandina demografyaya herêmê de malbatên çeteyan li bajar bi cih dikin, li hêla din jî kiryarên weke revandin, îşkencekirin, binçavkirin, girtin û kuştinan didomînin. Tevî vê yekê jî hemû cîhanê çavên xwe li van sûcên li dijî mirovahiyê girtiye.

Platforma Hiqûqnasên Sûriyeyê Ya Ji Bo Parastina Efrînê, Rêxistina Mafên Mirovan û aliyên din gelek caran bang li dewletên cîhanê kir ku komîteya lêpirsînê ji bo sûcên li Efrînê tespît bike, ava bikin.  Lê heta niha ev bang nehatiye bersivandin û li dijî binpêkirinên li Efrînê tên kirin jî tu helwestek nîşan nedane.

Kiryarên demên dawî

Li gorî nûçeya ANHA’yê, çend binpêkirinên di van rojên dawî de wiha ne:

“*Çavkaniyan ji Efrînê diyar kirin ku leşker û çeteyên dewleta tirk sivîlên bi navên Ebdulrehman Şêx Ehmed (36) û Henan Hisên (34) di 8’ê hezîranê saet di 07:00’an de li nêzî rawestgeha navçeya Mabata –rêya Raco û navenda Efrînê qetil kirin. Welatî bi erebeyên xwe li nav gundan digeriyan û zebze difirotin.

* Dewleta tirk û çeteyên wê kiryara xwe ya revandina sivîlan jî didomîne. Ji bo berdana wan jî fîdyeyê dixwazin. Ji gelek kesên ku ev demekî dirêje hatine revandin, agahî nayên girtin. Navên çend kesên di 20 rojên dawî de hatine revandin wiha ne; ‘Mehmûd Ebdulhenan Hesen (25) û birayê wî Ehmed (24), Henan Ehmed Hisên (10) û Tahir Cemo Hesen (53).’

* Jina ciwan Asya Heyder a ji gundê Heyat ê Mabatayê, du hefte berê hate revandin. Welatiyê bi navê Elî Zekî Betal ê ji gundê Basûta yê Şêrawayê jî di 9’ê hezîranê de di ketina Efrînê de hate revandin.

* Hêzên dagirker rojane bacên nû li ser şêniyan ferz dikin. Dagirkeran vêcarê jî 20 hezar lîre li her malbatekê ku endamên wê ji derveyê kantonê ne, ferz kir. Dagirker li şêniyên gundê Coqa yê Efrînê jî her meh 500 lîreyan baca ‘bicihbûnê’ ferz dikin.

* Hêzên dagirker her wiha bênavber daristanên Efrînê dişewitînin. Di 7’ê hezîranê de çeteyan daristanên çiyayê Cela yên navçeya Raco, daristan û zeviyên zeytûnan ên navçeya Bilbilê, darên li ser girên di navbera devera Bîr heta geliya Keço ya gundê Kêlîbo yê navçeya Mabatayê de şewitandin.

* Dagirker li şêniyan neçar dikin ku alên wan bi du hezar lîreyên Sûriyeyê bikirin û li malên xwe daliqînin. Li gundên Şêx Kîlo, Kolîka, Evraz û Kobek ên Mabatayê ev pêkanîn ferz kirin û yên alan nedaliqînin jî cezayê pereyan lê ferz dikin. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar