Li Ewropayê Platforma Li Dijî Tecrîdê Jiyan, diyar kir ku li hemberî tecrîdê serfirazî û berxwedan gelek girîng in û got ku divê destkeftiyên hatine bidestxistin bê parastin
Platforma Li Dijî Tecrîdê Parastina Jiyanê ya Ewropayê di 4’emîn civîna xwe ya meha hezîranê pêk anî de pêvajoya berxwedanên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê nirxandin.
Platfromê, piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî parve kir û cih da van xalan;
- Berxwedana grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê yên bi pêşengiya Leyla Guven 8’ê Mijdarê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kirî û girtiyên zindanan û li deve gelek kes tev li bûyî, heta astekê tecrîd şikandiye û ev jî ji hêla platforma me ve bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin.
- Em lehengên vê berxwedanê ku bi biryardariyeke mezin li dijî zilm û faşîzmê li ber xwe dayî, silav dikin.
- Berwedêran nîşanî her kesî daye ku berxwedanê faşîzm têk biriye.Em her 8 nemirên ku di pêvajoya berxwedanê de çalakiya fedaî pêk anîn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.
- Em, hewldana her kesê ku li derve ji destpêka berxwedanê ve bûyî dengê berxwedêran, bi dorveger ketî greva birçîbûnê û her cure ked û hewldan dayî, silav dikin.
- Em li ber berxwedan û vîna dayikan ku li dijî hemû faşîzmê li qadan li ber xwe dayî û bû sembola berxwedanê, bejna xwe ditewînin.
- Berxwedan bi destkeftiyê gihişt encamê, ev jî bi biryardariya berxwedêrên hundir û derve û kesên xwedî li berxwedanan derketî bi ser ket.
- Platforma me ya li dijî tecrîdê jiyanê diparêze, bi derengî hatibe avakirin jî, hewldana wê ya bilindkirina berxwedana li Ewropayê girîng e.
- Platforma me destnîşan dike ku derb li faşîzmê hatiye xistin lê belê bi giştî nehatiye hilweşandin, lewre bal dikêşe ser domdarî û mezinkirina têkoşînê. Platforma me ji bo demekê hatibû avakirin û mîsyona xwe bi cih aniye.
- Em, pêkhateyên platformê bang li her kesî dikin têkoşîna hevpar bilind bikin û ji bo wê gavan biavêjin.
- Em spasiyên xwe ji her kesê ku ked dayî platformê dikin, rêzên xwe pêşkêş dikin.