Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Dîmenên qetilkirina Hantaş derket holê

Dimenên kamera yên dema polîsan li Parka Sumer a Amedê Recep Hantaş qetilkirin, derket holê. Di dîmenan de Recep Hantaş ku rastî gulebarana polîsan tê, piştî gulebarana polîsê bi navê K.B. ya dawî dikeve xwarê

Li Amedê, di 14’ê nîsanê de li Parka Sumerê polîsan Recep Hantaş ê 20 salî yê li parkê rûniştibû kuştibûn. Der barê bûyerê de, peywira berhevkirina agahî û belgeyan di dest Midûriyeta Şaxa Asayîşê ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê de bû. Lê parêzerê malbata Hantaş Mehmet Oner îtiraz kir û xwe ev peywir ji dest polîsan bê girtin û dewrî cendirmeyan bê kirin. Oner di îtiraza xwe de diyar kir ku dibe polîsan belge û agahiyên derbarê bûyerê de bidin windakirin, loma divê cendirmeyan vî karî bikin. Piştî bûyerê Walitiya Amedê bêyî lêpirsîn bê destpêkirin daxuyanî dabû û bi lez û bez gotibû ‘Li hişyariya polîsan a raweste’ guhdar nekiriye’. Walitiyê piştre diyar kir ku li gorî daneyên edliyê navê Hantaş di bûyerên diziye de derbas dibe. Piştî demekê Yekîneyên Şaxa Asayişê ya Polîsan a Amedê, dîmenên aydî kameraya Pergala Rêveberiya Ewlehiya Bajar (KGYS) lêkolîn kir û li dosyayê zêde kir. Di kameraya kodê 054G de dîmenê kuştina Hantaş pir zelal tê dîtin. Dîmenên hatiye kişandin û temaşekirin, daxuyaniya walîtiya Amedê derewîne. Di dîmenê de saet di 03.19:45’an de R.Y. û Recep Hantaş ketine nava dîmenê. Li bankek parkê rûniştinê. R.Y. bi cilê xwe yê tarî û kapuşon e. Recep Hantaş jî bi cilê kapuşon e. Li dora stuyê wî jî atki heye. Di dîmenê 03.22:36’an de jî yekîneyên ewil ketine parkê. Yekîneyên duyemîn jî bi 2 maşîneyên zirxî ketine qadê. Li gorî dîmenê kamera S.E., K.B., H.S.S., E.K. û R.E. hatine cihê bûyerê û cihê xwe girtine. Gula yekemîn R.E. saet di 03.26:34’an de teqandiye. Recep Hantaş ê hat kuştin piştî gula yekem hat teqandin 4 saniye şûnde reviya ye. Derket holê ku li dijî gotina walî ku Hantaş bi ser polîs de reviya ye, ji polîsan dûr dikeve. Li gorî dîmenê Recep Hantaş piştî bûyerê polîsê TEM’ê K.B. ketiye ber dîmenê û gule berdaye reviya ye. Piştî polîs K.B. gule berda û 2 saniye şûnde, Hantaş li cihekî tarî ketiye xwarê. K.B. parastibû ku gule berdaye hewayê. Şahidê bûyerê R.Y. ku serbest hat berdan, diyar kir ku ew li gel Hantaş rûniştibûn û bêyî hişyariyê bike dengê çekan hatiye. R.Y. anî ziman ku wî xwe avêtiye bin bankê û Recep jî piştî ket nava panîkê reviya û piştî ji pêyê xwe ve birîndar bûye ketiye xwar û got ku polîsan hişyarî nekiriye û gule berdaye wan.

Di dîmen de dema Hantaş û hevalên xwe rûniştine te dîtin û piştre polîsên tên cihe bûyerê dikevin dîmenên kamerayê. Kamera ku midûriyeta polîsan kontrol kir kamera ku cihê bûyerê dikişîne, piştî polîs tên cihê bûyerê ji zoomê derdikeve û qadek firehtir dikişîne. 2 maşîneyên zirxî tên cihê bûyerê. Di destê hin polîsên ji maşînê datên çekên lûledirêj hene. Çekên di destê xwe de nîşan dikin û berê xwe didin banka ku Hantaş û hevalê wî lê rûniştiye. Polîs hêj negihiştine bankê, Hantaş û R.Y. li ser deng serê xwe bilind dikin û li pêjnê guhdar dikin. Piştre polîsek bera Hantaş dide û Hantaş dikeve nava polîsan. Piştî polîsek dikeve pey Recep Hantaş û hêj negihiştiye pişt avahiya ku 4 polîs lê hene, polîsekî cilên fermî lê heye û çeka lûle dirêj di destê wî de, gule berdide Hantaş. Di dimenên kamerayan ên hatin dîtin de piştî guleya yekem Hantaş, qoziya xaniyekî nava parkê reviya qada ku 4 polîs lê heye. Li pey wî polîsek baz dide. Hêj li koziyê nehatiye dîtin Hantaş di bin gulebaranê de dimîne. Dema Hantaş  berê xwe guhert û da kolanê, polîsê TEM’ê K.B. bi çeka lûledirêj li ser wî gule reşand. Piştî K.B li ser wî gule reşand Hantaş, di gava sêyemîn de dikeve xwarê. Polîs êdî gule nateqînin û li ser serê Hantaş kom dibin. Piştre R.Y. û hin polîs bi hevre tên cihê ku Hantaş lê ketiye xwarê. Piştî polîsê lêkolîna cihê bûyerê boçikên guleyan kom dikin. Di rapora otopsiyê de jî sekna polîs K.B. ya gule berdaye piştrast dike. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar