Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Aykoç romana ‘Serwerê Med’ nivîsand

Romannivîsê kurd Fêrgîn Melîk Aykoç bi romana xwe ya dîrokî; Serwerê Med Aştiyago bi şêweyê xwe dîroka kurd û Kurdistanê bi me dê nasînin

Dahênan û afirandina berhemeke têr û tijî ya serpêhatiyên dîrokî; têr ji reseniya dilê wêjeya kevnar a nivîsandina romaneke dîrokî di dema me ya îro de, bê zimanekî bejinbilind û astên bîreweriya ramyarî ya romana kurdî (kumancî) ya îro wê nikaribe dîroka kurdan a kevnarane ji bin kevir û zinarên wê yên dîrokî aşkere û zelal bike.

Fêrgîn Melîk Aykoç, beriya vê bi salan romana kurdî dinvîse; li ser kevî û qerexên nalîna Kurdistanê, bi ezmûna xwe ya bê bêhnvedan û bêrawestan û ji bo çarenûsa peyva resen, li ser sînga welatê rojê yê tî diherike û me di berhemên xwe de dibe cih û dema (dîroka) ku roman lê hatî destnîşankirin.

Li vir em baş têdigihîjin ku Fêrgîn  Melîk Aykoç ku bi dîroka xwe ya kevin û nû bi komkujî û fermanan yên bi serê vî gelî de hatî, bi mijarên xwe her dem bûye bersiva êş û azaran hemûyan, ne tenê wilo ya herî giring ku xwendevanên romanê bi giştî dîroka xwe baş fam nekirine, lê di vê Romana Serwerê Med Aştiyago de dîroka pêşiyên kurdan zelal dibe.

Heger em tenê ji romanên wî destpê bikin û em berhemên wî bi aweyekî hûr û kûr bixwînin em ê bighîjên wê serancamê ku Fêrgîn Melîk Aykoç tu caran dûrî dîroka xwe ya kevin û bê guman a nûjen nebûye.

Romanên Fêrgîn Aykoç

1-Mamostên Zinaran (1999)

Ev roman jiyana zarokên kurdan di dibistanên dewleta tirk de dike mijar; şêwe û hişmendiya mamostên welatperwer û yên xerab dikin bi wijdanê xwe yê kurdayetiyê dixe bin hûrbîniyê.

2-Dîlên Li Ber Pûkê (2002)

Serpêhatiya sê ji komkojiyên li kurdistanê dike dabaşa xwe. Serhildana Dêrsimê, komkujiya ermeniyan û şoreşa Şêx Seîd li ber destê Fêrgîn in. Ew bi şewata dilê xwe li keviya dîroka dapîr û bapîran kûr dinale û bi ser lat û zinarên Kurdistanê de xwe berdide ber keviyên êşê.

3- Siya Dema Borî (2009)

Dewleta tirk wêjeyeke qirêj a şovenîst afirandiye. Bi vê keç û bûkên miletên bindest her tim dikin evîndarê qerhremanê xwe. Bi vî şerê taybet û bi rêya vê yekê bi ser dikevin. Hin ji nîvîskarên kurd jî ev metod hilbijartine û Fêrgîn xwe bi ser vê mijarê de daqûlî kiriye, pê daketiye. Ne tenê ev, her wiha di film û rêzefilmên wan de jî ev zelal dibe. Di romana xwe de romannivîs Fêrgîn Melîk Aykoç ku çîroka şervaneke kurd a dîl dikeve destê dijminan ku berê romannivîsekî din ê kurd çîrok beravajî kiribû, Fêrgîn bi wijdanê xwe yê tijî kurdewarî dîsa çîroka şervanên kurd bi taybet şervanên jin zela dike.

4-Heft Rojên Kalekî (2012)

Di vê romanê de bîranîn û serpêhatiya kalekî ji Erzîncanê yê diçe Stenbolê û li nêzî baregeha leşkerî eskerek tê kuştin. Tê girtin û ji ber ku kurd e û koletiya mezinên leşkeriyê napejrîne îşkence lê tê kirin.

5-Asoyên Dînan (2013)

Di vê romanê de Fêrgîn qala 2 ciwanên kurd dike. Herdu di kargeheke tirkan de dixebitin. Ji ber ku kurd in, ji kar tên avêtin û cezayê zindanê li wan tê birîn. Di îşkenceyê de aqil ber didin.

6-Bextê Dagirkirî (2015)

Qedexekirina PKK’ê ya li Almanyayê mijara vê romanê ye. Li dijî vê qedexê rewşenbîrên kurd dest bi meşa dirêj dikin û polîsên alman tahdê li wan dikin. Mijarên civakî yên penaberên kurd jî di vê romanê de cih digirin.

Romana Serwerê Med Aştiyago

Ev roman ji salên BZ 585 destpê dike. 28 Gulanê şerê Lîdên Zêdan û Medên roj û alan li Bakurê çemê Helîsê rû dide, bi hezaran leşker û çekdar di bereyeke bi qasî rêya du qunaxan berfereh de bi agir û guleyên mencenîqan, bi tîr û kevanan bi şingîn û ringîna şûran, bi qêrîn û hawaran tên beramberî hev.

Fêrgîn Melîk Aykoç di romana xwe ya dîrokî de me li ser pişta hespê Aştiyago li seranserî axa Medan digerîne. Me ji Ekbetanê heta ber dergehê Qesra Rojê dibe.

Di romanê de dengê Pîr Zero bi ber guhê me dikeve. Ji zewaca bi Mendayê heta bi ketina Qesra Rojê gelek bûyer li pey hev rêz dibin.

Li ber tîrêjên roja bi behweriya Ahûra Mazda û li ber agirê Zerdeşt yê pîroz; Dîrok û naskirina Kurdistanê, Ji keyayê Medan (Keyxusro). Û ji Keyxwida heta bi Stêrnas û Herpagos, gelek nav û nîşan.

Dîroka Pîran di rêûresma kurdan de!

Di romanê de qala pîran tê kirin. Mijara bala mirov dikişîne. Mînak pîr Zero, pîr Rojmed hene. Dîroka pîran dîrokeke kevne. Fêrgîn me vedgerîne 15 sal berê. Pîrên Fêrgîn qal dike hê jî di nava civaka kurdên êzidî û kurdên elewî de hîn heye.

Lê tişta dîsa bala me di romana Serwerê Med Aştiyago de dikşîne ew e, pîr Rojmend wek zanyarekî tê naskirin, ev, Pîr Reşen Heyran yê ku di Serdema Şêx (1073-1162) Adî de tîne bîra me, ew jî bi xwe zanyarekî Şêx Adî bû.

Di romanê de cudahiya di navbera Zerdeştî û Mîtrahiyê de tê diyarkirin. Bi vê jî tê gotin herdu bawerî ji hev cuda ne. Her çiqasî gelek tiştên wan mîna hev û nêzîkî hev hebin jî weke du baweriyên cihê xuya dikin.

Ji bo kurd dîroka xwe bêhtir nas bikin!

Di dawî de û bi kurtî, mîna Pîr Zero di romana Serwerê Med Aştiyago de gotî, “Birano ne hûn westiyan û ne devê min qerimî“

Îca em jî li vir qet ji pênûsa Fêrgîn Melîk Aykoç têr nabin, lê divê em dîsa ji bîr nekin, em bi giştî romanan bixwînin, nexasim jî em romanên dîrokî bixwînin, bi saya wan li xwe û dîroka xwe serwext bibin. Romana mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç ´Serwerê Medan Aştiyago´ jî yek ji wan roman e, û hêjayî xwendinê ye.

Çavkanî: Cano Şakir / Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar