Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Li Xakûrkê bibin mertalên zindî’

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir êrîşên dewleta tirk ên li Xakurkê ‘êrîşeke berfireh a dagirkeriyê ye’ û bang li ciwanan kir ku bibin mertalên zindî

Koordînasyona Komalên Ciwan derbarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku divê helwesta herî radîkal bê nîşandan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên li ser Xakûrkê ku bi salan e bênavber ji aliye dewleta tirk a dagirker û rejîma wê ya faşîst a AKP-MHP’ê ve tê kirin ku neyarê sondxwarî ya kurd û Kurdistanê ne, gihiştiye lûtkeyê û wiha hat gotin: “Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku nûnertiya dawî ya ji kevneşopiya dewleta TC a metînger e, hemû polîtikayên xwe li ser înkar û tunekirina kurdan dimeşîne. Ji destketiyên gelê Kurdistanê yên ku bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re misoger bûne re faşîzma AKP-MHP’ê xwe ranagire û bi salane ji ber ku ev deskeftiyên kurdan mayînde dibin ketiye nava tirseke mezin. Ji ber vê yekê li dijî gelek herêmên Kurdistanê êrîşên dagirkirinê dimeşîne.”

Koordînasyonê ragihand ku dewleta tirk bi alîkariya şebekeyên hevkarê xwe êrîşên dagirkeriyê dike û wiha domand: “Êrîşên li Xakûrkê ne êrîşa yekem a dagirkeriyê ye ne jî ya dawî ye. Di vê êrîşa 30’mîn a dagirkirinê de pêywendiya qirêj a AKP û PDK’ê bi şêwazekî pir zelal derketiye holê. Êrîşên ku li qada Biradostê tên kirin pêwîst e wisa bi hêsan neyên dîtin. Serdestiya dewleta TC a mêtinger li herêma Biradostê tê wateya metirsiya dijî hemû destketiyên başûrê Kurdistanê. Dewleta TC a mêtinger êrîşên dagirkirinê, wekî Efrînê ji bo demografyayê biguherîne, erdnigariya wî ji rantê re veke û talan bike ve plan dike.”

Di daxuyaniyê de bang li ciwanên kurd hate kirin ku li dijî vê êrîşa berfireh helwestê nîşan bidin, berê xwe bidin van herêman û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê bi taybetî ciwanên Başûr dikin ku bi ruhê berxwedana grevên birçîbûnê, xwedî li Biradostê derkevin û li dijî êrîşên dagirkeriya tirk a Xakûrkê bibin mertalên zindî. Dîrokê nivîsandiye ku 45 sal in Tevgera Azadiyê bi berxwedan û tekoşînê bi serketin û destkeftiyan tije ye. Wê ji bo vir şûnde jî binivîse. Ketina herêma Xakûrkê û Biradostê ya dewleta metînger a TC’ê dibe bibe lê derketina wê dê ewqas hêsan nebe. Wekî 2008’an artêşa tirk a dagirker hêzên xwe ji pençeyên gerîla wê ewqas hêsan nekaribe bikşîne.

Ji bo vê ji bo ciwanên fedakar, egîd û welatparêz ên Kurdistanê re banga me ye; Werin em Xakûrkê ji bo welatê xwe bikin bihuşt, ji bo noker û neyaran jî veguherînin dojehê. Em bi berxwedanê hatin heta îro, em bi berxwedanê bi ser ket û em ê bi berxwedanê bigihêjin serfiraziyê. Yê li ber xwe bidin wê bi ser bikeve, berxwedan bi ser dixîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar