Li Deryaya Egeyê keştiya penaberan noqî avê bû. 2 jê zarok 7 penaber jiyana xwe ji dest dan
Li Girava Mîdîllî ya nêzî Yewnenistanê ya Deryaya Egeyê keştiya ku penaber bar kiribûn noqî avê bû. Di qezayê de 2 jê zarok 7 penaberan jiyana xwe ji dest dan. Yekîneyên rizgarkirinê piştî bi hawarê çûn 57 kes jî rizgar kirin. Hat fêrbûn ku nêzî 80 penaber di keştiyê de bûne. Li aliyê din Meclisa Şaredariya Gazîbaşa jî derbarê penaberên Sûriyeyê de biryar stend ku perava deryayê li penaberan qedexe bike. ÎZMÎR