Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Êrîşên li hemberî goristanan lanet kirin

Malbatên xizmên xwe winda kirin, derbarê rûxandina goran de daxuyanî da û wiha gotin: “Em vê êrîşa di tu bawerî û olan de tune ye û dij exlaqî lanet û şermezar dikin. Ji bo êrîşên wiha pêş nekevin em bang hestiyariyê li raya giştî dikin.”

-Malbatên xizmên xwe winda kirin, derbarê rûxandina goran de li avahiya Komeleya Alîkarî û Piştîvaniya Malbatên Anadolû yên Xizmên xwe Winda kirin (An –Yakaydar) a li Ûnkapanê ya Stenbolê civîna capemeniyê li dar xistin. Hevberdevkê Bajêr ê HDK’ê Mevlut Aykoç, Rêveberên DBP’ê yên Bajêr, rêveberên HDP’ê, nûnerên Ensîtîtuya Kurdî ya Stenbolê û gelek xizmên windayan beşdarî civînê bûn.

Faysal Ozdeş li ser navê malbatên xizmên xwe  winda kirin daxuyaniyê çapemeniyê xwend û wiha got: “Di salên 90’î de bi hezaran gund  hatin şewitandin. Di pêvajoya pevçûnan de, bi hezaran kes hatin binçavkirin û li kolanan hatin serwinda kirin. Ji ber vê erdnîgariya kurd veguheriye zeviyan goran. Li ser esasê ji bîr kirinê mafê gorê nedan bi hezaran kesên li Agirî, Geliyê  Zilan û Dêrsimê hatin qetlkirin. Li gorî peymanên navneteweyî ev jenosîda çandî û fîzîkî ye. Ev ne wijdanî û exlaqî ye. Ev polîtîkayên jenosîd di roja me ya îro de jî tê jiyîn.”

267 cenaze revandin

Ozdaş anî ziman ku di pêvajoya çareseriyê ya sala 2013’yan de cenazeyê bi sedan kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn, li goristanên cuda hatin definkirin û wiha domand: “Li ser vî esasî bi dehan goristan li Xerzan, Tetwan, Fereşîn, Bestler, Dêrsim û Lîcê hatin avakirin. Çawan ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, êrîş li dijî goristanên Xerzan, Gimgim, Lîcê, Fereşîn, Tetwan û Yenîkoy pêk hatin. Dîsa di 16’ê Kanûna 2017’an de 267 cezane ji Goristana Xerzanê hatin revandin. Malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin, gelek caran serlêdan kirin. Lê hemû hewldanên wan bên encam man.”

Banga hestiyariyê

Her wiha Ozdaş bal kişand ser rûxandina gorên gundê Sûsî ya navçeya Licê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Malbatên ku di cejnê de çûn ser gorên zarokên xwe dîtin ku gor hatine rûxandin. Em baş dizanin ku ev êrîş ne takekesî ne. Ev êrîş bi zanebûn û birêxistinkirî hatiye kirin. Ji bo ku êdî êrîş pêk neyên em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar