6’emîn danişîna “Doza Şemzînanê” ya derbarê êrîşa bombekirina Pirtûkxaneya Ûmût de hatibû vekirin hat dîtin.
Di 9’ê Cotmeha 2005’an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê Pirtûkxaneya Ûmût ya Seferî Yilmaz hatibû bombekirin. Binefser Ali Kaya, Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ku pirtûkaxane bombe kiribûn û bi “avakirina rêxistina derhiqûqî” dihatin tawanbarkirin beraet kiribûn. Dadgeha bilind ev biryar betal kir û biryara ji nûve darazê da. 6’emîn danişîna daraza ji nû de darizandina her sê bersûcan li 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin.
Her sê bersûcên ku ne girtî tên darizandin beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên bersûcan, kesên dozdar, xwediyê Pirtûkxaneyê Seferî Yilmaz û parêzerên Baroya Wanê beşdar bûn. Xwediyê Pirtûkxaneyê Seferî Yilmaz di destpêkê de parastina xwe kir û got: “Ez îfadeyên xwe yên berê dûbare dikim.” Dûre Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar û parêzerên Baroya Wanê parastin kirin û xwestin bersûc bên girtin.
Dadgehê piştî parastinê ji bo temamkirina mijarên kêm danişîn taloqî 26’ê Îlonê kir. WAN