Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Werin em bi hevre Tirkiyeya demokratîk ava bikin’

14 rêxistinên demokratîk û sivîl ên Amedê li gel partiyên siyasî, têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a çareseriya demokratîk û aştiyane helwesta xwe aşkere kirin û bang li hemû rêxistinên Tirkiye kirin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a HDP’ê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê, Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya 78’an, Komeleya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya li Warê Şaristaniyê Xizmên Xwe winda kirine (MEBYA-DER), Înîsiyatifa Ekolojiyê, Komeleya Lêkolîna Çand û ziman a Mezopotamya (MED-DER) û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) jî di nav de 14 sazî û rêxistinên sivîl û demokratîk bi armanca piştgiriyê bidin peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî çareseriya demokratîk û aştiyane daxuyaniyek hevpar dan.

Nûnerên partî, komele û rêxistinên Demokratîk li avahiya TUAY-DER’ê kom bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek nûnerên partî û rêxistinên demokratîk amade bûn. Li ser navê girsê Hevserokê DBP’ê yê Amedê Galîp Kandemîr daxuyanî da.

‘Rêya xeladiya ji krîzê têkoşîna demokratîk e’

Kandemîr diyar kir ku di dîrokê de şoreşa herî mezin li ser axa Anatoliyê û Mezopotamya pêş dikeve û wiha got: “Lê li gel vê şoreşa dîrokî hêzên emperyalîst her dem serî li rê û rêbazên krîz û kaosê dide. Sedema vê krîz û kaosê jî ew kesên ku para xwe ji azadî û demokrasiyê negirtine. Ji komkujiya xwezayê heta komkujiya jin, çand, ekolojî hemû cureyên komkujiyê dimeşînin. Li dijî hêzên ku xwe bi tunekirinê xwedî dikin, em jî wekî kesên ku edalet, wekhevî, azadiyê dixwazin vê têkoşina avakirinê berdewam dikin. Ev têkoşîn, têkoşîna tarî û ronahiyê ye. Faşîzm dixwaze her qadê tarî bike. Li ser gelan faşîzm tê ferzkirin. Di vê pêvajoyê de em bawer dikin ku pêwîst e têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê divê bê navber berdewam bike. Li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî pergala yekperest ku xwe ji modernîteya kapîtalîst xwedî dike, divê em modela modernîteya demokratîk, lihevkirina civakî û pergala demokratîk xurt bikin û ava bikin. Rêya rizgarkirina ji vê krîzê, demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Yên vê yekê bikin jî gelê me yê baweriya xwe ji aştî, demokrasî û azadiyê anîye.”

‘Em dikarin bi vîna xurt û hêza aqil çareser bikin’

Di berdewamê de Kandemîr, bal kişand ser peyama Ocalan ên çareseriya demokratîk û wiha pêde çû: “Em  bawer dikin ku ger em bi vîna têr û tije ya ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê bimeşin em ê bi ser bikevin. Em wekî sazî û rêxistinên demokratîk ên Amedê heta niha têkoşîna bi biryar û xwedî vîn a bi hêz nîşan da û ji bo demokratikbûna  Tirkiyeyê têkoşiyan. Em dixwazin vê vîna xwe dîsa li Amedê nîşan bidin. Birêz Ocalan di 6’ê gulane de 7 xalên ji bo çareseriyê îlan kir. Diyar kir ku li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê rêya rizgariya ji krîzê ne şer û tundî ye. Dijberî vê yekê hêza nerm, ango rêya aqil, polîtîk û çandî ye. Bang li hemû rêxistinên demokratîk kiriye ku erk û rola xwe pêk bînin. Hem deklarasyona 6’ê gulanê û hem jî pêvajoya piştî Newroza 2013’yan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gav hatin avêtin. Hat xwestin ku bi rêya muzakereyan û ji tundiye dûr pirsgirêk bên çareserkirin. Bal kişand ser siyaseta demokratîk û lihevkirina civakî. Diyar kir ku bi rêya siyaseta demokratik û li hevkirina civakê hûn dikarin pirsgirêkê çareser bikin.”

 ‘Em bang li her kesî dikin ku tev li têkoşînê bibin’

Kandemîr bal kişand ser tekoşîna Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, hezaran girtiyen siyasî yên çalakiya greva birçîbûnê û têkoşîna dayikên Laçik Spî û wiha bi dawî kir: “Vê tekoşînê rê li vekirina deriyê Îmraliyê vekir. Ji bo çareseriya demokratîk firsendek dîrokî daye pêş me. Em nikarin çareseriya demokratîk ji hêzên îktîdarê bipên. Li hemberî banga birêz Ocalan bi dagirkeriya başûrê Kurdistanê bersîv dane. Îktîdara AKP- MHP’ê helwesta xwe carek din nîşan da. Em vê helwesta dagirkeriyê carek din şermezar dikin. Îktîdara AKP-MHP’ê dixwaze çareseriyê provoke bike. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin. Ji niha û şûnde em ê hemû çalakiyên xwe yên demokratîk û xebatên xwe yên rêxistinî li gorî lihevkirina civakî, demokratîkbûna Tirkiyeyê pêş bixin. Ji bo vê yekê di serî de li Amed, Kurdistan û Tirkiyeyê em bang li hemû gelê xwe, bawerî, kom, ciwan, jin, hemû beşên civakê, partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk, rewşenbir, nivîskar, hunermend, parazvanên mafên mirova û hemû beşên ku nirxên azadî û demokrasiyê diparêzin dikin ku li dora nirxên demokratîk û azadiyê kom bibin û ji bo avakirina Tirkiyeya demokratîk em têkoşina xwe bi hevre bilind bikin. Wê faşîzm û zalim winda bikin. Wê azadî û demokrasî bi ser bikeve.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar