Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

KNK’ê li dijî dagirkeriyê bang li hemû hêzên kurd kir

KNK’ê têkildarî dagirkeriya dewleta tirk a li Başûr daxuyanî da. KNK’ê diyar kir ku dagirkeriya dewleta tirk a li Başûr di asta alarma sor de ye û ev bang kir: “Gelek girînge ku  hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî li dijî vê konsepta nû ya dewleta tirk ku di dereceya herî bilind de ye, hazir û amade bin û bi pozîsyoneke hevgirtî ya neteweyî van êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk bidin rawestandin.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û hişyarî da. Di daxuyaniyê de KNK’ê diyar kir ku dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê di asta alarma sor de ye û bang li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin.

Di daxuyaniyê de KNK’ê destnîşan kir ku dewleta tirk ji xwe bakurê Kurdistanê dagir û îlhaq kiriye û wiha domand: “Niha di nav kar de ye ku baskê dagirkeriya xwe li ser başûr û rojavayê Kurdistanê jî fireh bike. Ewil bi binkeyên cuda yên leşkerî li başûrê Kurdistanê nuqteyên kontrolê çêkirin. Paşê dest dirêjî li yêkparetiya rojavayê Kurdistanê kir. Bi armanca qetkirina cografyaya rojavayê Kurdistanê, ji Deryaya Spî, ji Cerablus û Ezazê pê ve heta Efrînê parçeyekî mezin ê rojavayê Kurdistanê dagir kir û bi hêzeke mezin ya leşkerî û sivîl xwe binecih dike.”

Di berdewamê de jî KNK’ê ev tişt parve kirin:

“Dewleta tirk niha jî bi stratejiyeke nû berê xwe daye başûrê Kurdistanê. Hem wan stasyonên xwe yên leşkerî û îstixbarî pêkve girê dide, hem jî meydanên nû yên başûrê Kurdistanê dagir dike û dixwaze li van cihan xwe mayînde bike. Bi vê hemleya dagirkeriya nû ya li ser başûr jî dixwaze cografyaya yêkpare ya qismekî rojhilat, bakur û başûrê Kurdistanê ji hev qet bike û xwe li Bradosta û Xakûrkê mayînde bike. Ev êrîşa wan a li ser van navçeyan wekî xencerekê ye di dilê Kurdistanê de ku navçeyên rojhilat, başûr û bakurê Kurdistanê ji hev veqetînin. Êrîşên li ser herêma Xakûrkê ne tinê li dijî hêzên gerîla ne, li dijî hemû kurdan e, dagirkeriya Kurdistanê ye. Divê ev rastî bê zanîn û herkes her hêz li gorî vê rastiyê tevbigere.

Hêzên gerîla û xelkê van navçeyan li dijî vê dagirkeriya bê perwa ya dewleta tirk berxwedaneke xurt nîşan didin û rê nadin ku pêşve biçin. Li aliyê din, dûrî îxtîmalê nîne ku dewleta tirk ji Cizîrê jî ber bi Dêrika rojavayê Kurdistanê ve dest bi dagirkeriyê bike û digel Efrînê ji sê aliyan ve temamê Kurdistanê hilgire binê zeptûreptê. Niyeta dewleta tirk hindî hûn bibêjin a xirab e û dagirkeriyeke berfireh a Kurdistanê daye ber xwe û gav bi gav pêk tîne. Ev e gelek aşkera ye ku ji bo temamê Kurdistanê talûkeyeke mezin e û bi manaya têkbirinê pêkve sotina Kurdistanê ye. Heke hat û dewleta tirk di vê operasyona xwe de serkeftî bû, kurd divê bêyî dudilî qebûl bikin ku dewleta tirk dê bixwaze senaryoya xwe ya qiyameta kurda bide tetbîqkirin. Ji van êrîşên dewleta tirk, ev encam aşkera tê dîtin.

Hingê divê çi bê kirin? Ev e jî zelal e. Divê her bi çi rengî be rê li ber van plan û projeyên dewleta tirk ên dagirkeriya seranserî bê birîn. Ev e jî bi hevgirtina neteweyî û niştimanî pêkane. Li dijî van kiryarên dijminan, pêdiviya lezgîn a Kurdistanê bi bilindkirina hişyardariya yêkbûna neteweyî heye.

Bêdengiya hundir û derve me têxe nava fikaran û metirsiyê. Mixabin heta niha jî di serî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên başûrê Kurdistanê bi piranî bêdeng in. Ev bê dengî cesaretê dide dagirkeran, dilê dostan dişikîne û gelê me xemgîn dike.

KNK gelek bi girîngî dixwaze bala hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî bikêşe ku dijî vê konsepta nû ya dewleta tirk ku di dereceya herî bilind de hazir û amade bin û bi pozîsyoneke hevgirtî ya neteweyî van êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk bidin rawestandin. Ev erkekî bilind ê neteweyî û niştimanî ye û divê îro bê kirin. Sibê dereng e!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar