Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Emîn Şenyaşar: Gelo ma tu kes zilma li me hatiye kirin nabîne?

Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî par di 14’ê hezîranê de ji endamên malbata Şenyaşar 3 kes qetil kirin. Lê dadgeha tirk li şûna ku kujeran bigire û ceza bike, ji malbata Şenyaşar Fadil Şenyaşar ku birîndar bibû, girt. Dayika Emîne Şenyaşar bertek nîşan da û wiha got: “Ên ku hatine kuştin em in. Lê çima em tên girtin? Ma kes vê zilmê nabîne?”

Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û parêzvanên wî par di 14’ê hezîranê di dema xebatên hilbijartinê de bi çekan êrîşî dikana malbata Haci Esvet Şenyaşar kir. Di encama êrîşê de bav Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatin qetilkirin û kur Fadil Şenyaşar jî birîndar bibû. Bi ser bûyerê re salek derbas bû. Lê di vê komkujiyê de tenê Fadil Şenyaşar girtî ye. Hîn jî di lêpirsîna ku ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Rihayê ve tê birêvebirin de tiştek rû nedaye.

Piştî bûyerê jî malbata Yildiz gef li malbata Şenyaşar dixwar ku hemû endamên malbatê bikujin. Ji ber van gefan jî malbata Şenyaşar neçar ma û koçber bûn. 11 meh piştî koçberiyê jî malbat careke din vegeriya Pirsûsê. Bi boneya salvegera qetilkirina endamên malbata Şenyaşar, Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar axivîn. Dayik Emîne dema ku qala qetlîamê dikir digiriya.

Gelo kes vê zilmê nabîne?

Dayika Emîne anî ziman ku ji ber biryara nepeniyê ya di dosyeya dozê de, delîl baş nehatine bilêvkirin û hin delîl jî hatine windakirin. Dayika Emîne wiha dom kir: “Ev salek e kurê min Fadil girtiye. Hîn jî nehatiye dadgehkirin. Çima delîl nayên aşkerakirin? Em her roj dimirin. Ne mala min û ne jî malbata min ma. Yên hatin kuştin em in lê em hatin girtin. Çima? Ji wan çima tu kes nayê girtin? Her kes dizane bê ka çawa êrîşî dikana me kirin û çi kirin. Hevjînê min û du kurên min kuştin. Ser de jî kurê min girtin. Gelo kes vê zilmê nabîne? Hemû sûcdar li derve ne. Bila ev zilm bi dawî bibe.”

Li ber çavên polîsan hatin qetilkirin

Ferît Şenyaşar ku di dema bûyerê de birîndar bibû û bi fermana dozger hatibû binçavkirin û piştre hate berdan jî qala bûyerê kir. Şenyaşar got ku dema ku birîndar bûn, birine Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û wiha dom kir: “Li ber çavên polîs û hêzên ewlekariyê êrîşî me kirin. Du birayên min û bavê min bi awayekî hovane ku li cîhanê tu rêxistinên terorî jî wisa nakin, qetil kirin. Dozgerî dibêje; ‘Ha em ê îro wan bigirin ha sibê.’  Me di wêneyan de hemû tespît kirin. Qeyda wan li dozgeriyê heye. Em dixwazin edalet pêk bê. Ji malbatê em tenê sê kes mane. Em dixwazin rojek berî rojekê sûcdar bên girtin û birayê min bê berdan.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar